Diyarname
Weşanên Do du pirtûkên din weşand. Yek jê ya Medenî Ferho "Rojbaş Heval Qendîl" û ya din jî "Nameyek ji bavê min re" a Şahinê Bekirê Soreklî.
Weşanên Do karê xwe yê derxistina weşanên bi kurdî didomîne. Do piştî "Gîtara bêtêl" a Cîhan Roj û "Mijarên Miqro" ya Çiya Mazî niha pirtûka Medenî Ferho "Rojbaş Heval Qendîl" û "Nameyek ji bavê min re" ya Şahînê Bekirê Soreklî weşand.
Pirtûkek û gelek not
Rojnameger û nivîskar Medeni Ferho, salek berê çûbû çiyayê Qendîlê. Ew piştî ku vegeriya bû li ser vegera xwe di rojnameyan de nivîs nivîsandibû. Niha pirtûka ku li ber destan e ji berfirehiya van nivîsan û bîranînên wî yên berfireh pêk tê.
Ferho pirtûk bi gotina "Ez çûm, min dît û min nivîsî" pêşkêş kiriye û têde digel çavdêriyên xwe, hestên xwe, sîstem, kar û bar, rabûn û rûniştin û sosyolojiya gundî û gerila jî bi zimanekî edebî aniye ziman. Ji bo kesên bixwazin hinek wan deran nas bikin, fêm bikin li wê çiyayê navdar û mezin çi diqewime bibînin pitûka Ferho navnîşana sereke ye.
Nivîs kar Ferho di sala 1947'an li gundê Mizîzexê hatiye dinê. Wî heta niha di nav gelek saziyên kurdan de kar kiriye û hê jî rojnamegeriya xwe didomîne. Heta ev berhemên Medenî Ferho bi kurdî hatine çapkirin; "Beranê Kozî (çîrok), "Mîrza Meheme" (roman), "Berxwedan Jiyan e" (roman), "Hey Gerîla (helbest), "Xaltîka Zeyno" (roman), "Marê di tûr de" (roman), "Banga Hawarê" (helbest)
Pirtûkek ji bo bav
Şahînê Bekirê Soreklî "Nameyek ji bavê min re" bi gotina "Bavê hêja, va bû 36 salan me hev nedîtiye. Cara dawî me hev li Bêrûtê dît û 3 salan li dû hevdîtina me tedest ji cîhana me benda û koça xwe ya 'ebedî' kir. Hêvîdar im li wir zimanê ez ji te re pê dinivîsim ne qedexe be û tu bikaribî bi hêsanî va nameya min bixwînî."
Di pirtûkê de şanzdeh nivîs hene. Çar ji wan 'nameyek ji bavê min re', 'Çadirên di nav qûmê de', 'Pîvaz' û 'Xizanî' ne û ev nivîs di nav şeş hefteyên avrêl û gulana 2008'an de hatine nivîsandin. 12 nivîsên din jî di navbera 1997 û 2007'an de li Australyayê hatine nivîsîn û hin jê di hin malperên kurdan de hatine weşandin.
Şahînê Bekirê Soreklî nivîskar û rojnamegerekî kurd e û ji sala 1968'an ve li Australyayê dijî. Hin berhemên wî ku heta niha hatine weşandin: "Azadbûna Mehmet Karataş" (Roman), "Mehkemekirina Selahiddinê Eyûbî" (Şano), "Jana Heft Salan" (Helbest)