Fawaz Husên
Ez li Amedê, li paytexta Kurdistana bakur bûm. Roja dawîn ji Pêşangeha Pirtûkan bû û em hemû ji aliyê Şardariya Bajêr ve hatibûn vexwandin. Sê tirk li wê derê nebûn, lê kurdekî ji yê din re digot de ha ji te re şildim û de ka ji te bildim. Belê ew sê kes nebûn û em bi kêmanî sêsed kes bûn, lê me bi zimanê wan deng dikir, me serê xwe bi rabûn û rûniştinên wan û tevger û pelepûçiyên wan mezin dikir. Ez wekî kerrê di dawetê de bim, min tiştek ji derdora xwe fêm nedikir lê ji xêra Xwedê, fransiyek li kêleka min rûnişt û me jî repand zimanê Molière û Voltaire û Baudelaire û gayê reş te çi xwariye!
Helbestvanek jin rabû û helbestek bi tirkî xwend. Bi rastî ew jin pir xweşik bû û her kesî jê re li çepikan xist û her kesî bi şildim bildim ew gihand ber perrên asîmanan û hişt ku diwar bihejin.
Min nizanîbû ez li wê derê çi dikim, çi xweliyê li serê xwe dikim. Lê ji xêra Xwedê, şêrgeleyê berê xwe da cihê axiftinê. Arjen rabû helbestek bi kurdî, bi zimanê me, bi xwîn û giyan û ji ten û damar û giyan û rih û beden û dîrok û zagonên me kurdan xwend. Helbest ji serî ta binî li ser mirinê bû. Belê ew li ser mirinê bû ji ber ku em kurd hemû mirî bûn û tenê ew du sê tirkên li wê derê zinde bûn û wan kêfa gurê manco dikir.
Kêm kesan ji şergeleyê re li çepikan xist û Arjen stûxwar vegeriya, lepên xwe xistin nav bijiyê xwe û li cihê xwe li ser teriya xwe rûnişt. Wî dizanîbû ku cihê wî û helbesta wî û kurdiya wî di wê civatê de nebû û ji ber wê yekê jî, wî çend mehan paşê, koç kir û çûûûû!!!!!!!!
Aniha her kes li ser şêrgeleyê digirî, lê ez bawer dikim ku Arjen di gora xwe de şad û bextiyar e. Ma ne ew ji vê dinyaya sexte reha û xelas bû!!!!