Diyarname
2 maçên gelek girîng ji bo Amed Sporê û her du jî ligel Keçîorenguce dê bilîze. Yek jê maça lîgê ya din a kûpayê. Her du maç jî li Amedê ne. Her du tîm di Koma Spî ya Lîga 2'yemîn a Tirkiyeyê de ne û Keçîorenguce di rêza yekemîn (bi 17 pûanan), Amed Spor di rêza 5'emîn (bi 12 pûanan) de ye.
Maça yekem 22'yê mehê saet 13.30 li Stada Şilbe ya Amed Sporê dê bê lîstin. Maça lîgê ye. Hefteya çûyî Amed Spor li Anadolu Uskudar têk çûbû û ji niha û pêde her maç jêre girîng e. Ya din Amed Spor li mala xwe maçan winda nake û di vê de jî ji bo 3 pûanan derdikeve sehayê. Lê ev heye ku Amed Spor vê maçê winda bike jî ne tiştek e, lê maça diduyan ku bi Keçîorengucu re bilîze winda bike dê gelek tiştî winda bike. Ji ber ku ew tekane maç e û ji bo kûpayê ye.
Di Kûpaya Zîraatê ya Tirkiyeyê de Amed Spor heta niha hat û di pişkeyê de Keçîorengucu wekî reqîb derket. Maça di navbera her du tîman de ya Kûpaya Zîraatê dê roja 25'ê mehê saet 13'yan de bê lîstin. Kîjan tîm bi ser bikeve dê derbasî Maçên Koman bibe, lewma ev maç gelek girîng e. Ji bo serketinek wekî par nîşan bide pêdiviya Amed Sporê bi serketinê heye.
Vaye program:
Maça Lîgê:
- 22.10.2016, Saet 13.30. Amed Spor - Keçîorenguce
Maça Kûpayê:
- 25.10.2016, Saet 13.00. Amed Spor - Keçîorenguce