Diyarname
Li Mêrdînê berpirsiyarekî rabûye wisa dibêje: "Zanîngehê bi xwe re bêehlaqiyê anî bajarê me."
Em qala Serokê Cemiyeta Yeşîlay ê Şaxa Mêrdînê Lutfu Gunluoglu dikin. Wî gotinên ecêb, gotinên sosret kirin.
Gunluoglu em qal dikin daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û gotiye ku xwendekarên li Zanîngeha Artuklu dixwînin û ji derveyî bajêr tên vir, bêehlaqî anîne bajêr û lez dane têkçûna manewiyeta vê derê.
Luftu Gunluoglu gotiye ku her diçe li Mêrdînê têkçûna ehlaqê lez digire, bêhizûriya manewiyetê her kes girtiye bin bandora xwe û wisa dom kiriye: "Ciwanên me yên keç û xort li ser navê azadî û hemdemîbûnê dest bi dest, mil bi mil, xwe li hev pêçayî, li holê digerin, nava rojê bêşerm pevşadibin. Bêedebiya li bajarên mezin ên wekî Enqere, Îzmîr û Stenbolê li Mêrdînê jî êdî her tê dîtin."
Gunluoglu bang li rayedaran kiriye ku li hemberî vê helwestê tevdîran bigirin û gotiye: "Pêşî destên hev digirin, dûre hev hembêz dikin, paşê lêv li ser lêvan hev maçî dikin û bi vî awayî bi awayekî ber bi zînakirinê ve diçin. Divê zûtirîn demê de pêşî li vê bêehlaqiyê bê girtin. Ev kesê bêedeb divê li her derê bêne hişyarkirin."
Ji ajansan hatiye girtin