Diyarname
Di rojên ku her gav û saet xeberên ne xêrê tên de îro sê agahiyên xweş hatin.
1- Kamûran Yuksek hat berdan
Hevserokê DBP'ê Kamûran Yuksek ku ev 6 meh bûn girtî bû îro yekemîn car derxistin pêşberî dadger. Yuksek ji ber daxuyaniyên xwe hatibû girtin û ew avêtibûn Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê. Doza wî li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dest li dar ket û di dawiyê de ew hat berdan.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, wekîlên HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Ferhat Encu, Nursel Aydoğan, Feleknas Uca, Ertugrul Kurkçu, Dilek Ocalan, Wekîlê Îngîlîstanê Kate Osamar, Serokê sendîkaya herî mezin a Îngîlîstanê Unit Simon Dubbins, Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan û rêveberên DBP, HDP û KJA'yê ji bo şopandina dozê li dadgehê amade bûn
2- Murat Ozyaşar hat berdan
Mamoste û nivîskarê kurd Murat Ozyaşar ku ev 6 roj bûn di bin çavan de bû îro derxistin pêş dozger.Piştî îfadeyan ew hat berdan. Ozyaşar ku ji Amedê ye lê pirtûkên xwe bi tirkî dinivîse heta niha bi navê 'Ayna Çarpmasi’ (2008; Xelata Haldun Taner a Çîrokê, 2009; Xelata Yunus Nadi girt), 'Sari Kahkaha’ û ‘Bîr’ (wergera "Ayna Çarpmasi") pirtûkên wî derketine.
3- Hurşit Kulter sax e
Rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hurşît Kulter ku ji 27'ê gulana 2016'an ve heta niha tu agahî jê nehatibû girtin îro li Kerkûkê derket pêşberî çapemeniyê û qala serboriya xwe kir.
Kulter pêşî sipasiyên xwe ji bo hemû kesên ku ji bo wî têkoşîn meşandine kir û got: "Ji ber ku ew qas dereng vî daxuyaniyê didim ez lêborîna xwe ji her kesî dixwazim. Lê bila bê zanîn ku cara yekem e ku ez derfetekî wisa dibînim. Ji ber ku şertên ewlehiyê yên ez di nav de bûn destûr nedidan ku daxuyaniyekî bi vî rengî bidim. Dema ez girtim 13 rojan ez di bin çavan de mam. Wan ez xistim jêrzemîna avahiyek. Îşkenceyên fîzîkî û psîkolojîk li min kirin. Lê bênavber sîxurî li ser min ferz dikirin. Dixwestin ez derkevim û li dijî berxwedanên xwerêveberiyê daxuyaniyê bidim. Bi taybetî tîmên taybet ên polîs ev yek kirin û polîsên ku li cem min bûn her tim digotin em ê înfaz bikin. Carna di navbera xwe de digotin tiştên ku em dixwazin ji vî bigirin û piştre bikujin. Min ev axaftinên wan dibihîst.
Digotin, 'niha hinekî bûye rojev, em hinekî bisekinin, renazîbûn dê piştî demeke kêm bin wê demê em ê bikujin.'
Dema ji jêrzemînê ez derxistim qatê jor ê avahiyê, ez li riyên revê geriyam, dema min firsend dît ez reviyam. Piştî ji avahiyê ez derketim ferq kirin ku ez reviyame. Xwestin ji pişt ve li min bidin an jî bigirin. Lê, ez revîm. Min xwe di nav bajêr de veşart. Min xwest xwe bigihînim malbat an jî çapemeniyê, lê derfet nebûn. Nêzî 40-45 rojan min xwe di malên valabûyî de veşart. Piştre rastî berxwedêrên bajêr hatim û ji bajêr derketim. Piştî derketim jî bi alîkariya hinan, nêzî 2 mehan min xwe gihand vir. Ji bo ewlehiya kesên ku alîkariya min kirine, naxwazim agahiyên wan parve bikim. Piştî hatim vir jî min ji tu kesî re nasnameya xwe negot. Piştî min ewlehiya xwe saxlem kir, daxuyaniya çapemeniyê didim.”
Di serî de Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê û ji bo her kesên ku têkîldarî aqûbeta min têkoşiyane spasiyên xwe radigihînim. Eger îro ez sax bim, teqez bi saya van têkoşeran e.
Wekî pêdiviyek exlaqî min pêwîstî bi daxuyaniyê dît, piştre dema pêwîst be ez dikarim agahiyên berfirehtir bidim