logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Amed ji bo perwerdeya zimanê dayikê meşiya

Li Amedê, zêdeyî 50 hezar îmzeyên bi pêşengiya Navenda Giştî ya KURDÎ-DER û Egîtîm-Sena Amedê ve bi daxwaza perwerdeya z

  • Dîrok: 10/09/2013
  • Beş: Nûçe

AMED

Li Amedê, zêdeyî 50 hezar îmzeyên bi pêşengiya Navenda Giştî ya KURDÎ-DER û Egîtîm-Sena Amedê ve bi daxwaza perwerdeya zimanê zikmakî hatin komkirin, tevî hemû astengiyên polîsan jî bi meşekê radestî Muduriyeta Perwerdeya Milî ya Bajêr hatin kirin.

Li Amedê, ji bo 50 hezar îmzeyên bi pêşengiya Navenda Giştî ya KURDÎ-DER û Egîtîm-Sen Şaxê Amedê ve bi daxwaza perwerdeya zimanê zikmakî li çar navçeyên navendî hatin komkirin radestî Muduriyeta Perwerdeya Milî bê kirin, hat xwestin ku meş bê lidarxistin. Lê belê polîsan bend danîn pêşiya girseyê.

Piştî çalakiya rûniştinê ya nêzî nîv saetê, polîs neçar man benda xwe rakin. Li ser vê yekê girseyê dest bi meşê kir û bi çepik, tililî û diruşman heta Muduriyeta Perwerdeyê ya Milî ya Navçeyê meşiya. Balkêş bû ku polîsan di tevahiya meşê de tedbîrên tund ên ewlekariyê girt.

Girseya gel a piştî meşê gihaşt Parka Rihan a li ber Muduriyeta Perwerdeya Milî ya Bajêr, li ber muzîkê govend gerand. Piştî govendê, metna daxuyaniya çapemeniyê ya bi zaravayên Kurmancî û Dimilkî hatibû amadekirin, ji aliyê Serokê Giştî yê KURDÎ-DER'ê Sabahattîn Gultekîn ve hat xwendin.

Gultekîn bibîr xist ku di benda 3'yan a xala 26'an a Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de gotina "Mafê bingehîn e ku zarokên her dê û bavekî şekil û rêbaza perwerdeyê diyar bike" cih digire û destnîşan kir ku di encama lêkolînên zanistî de derketiye holê, ku perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo zarokan serketîtir e. Gultekîn diyar kir ku bi polîtîkayên asîmîlasyonê re hewl hatiye dayîn çand û zimanên gelê Kurd û gelên din ên li mezopotamyayê dijîn bê tunekirin û got, "Gelê Kurd li dijî van hemû hovîtiyan li ber xwe da û xwedî li çand û zimanê xwe derket. Bi têkoşîna azadiyê ya Kurd re, hebûna gelekî ku dihat gotin "xelas" bûye, ji aliyê cîhanê ve hat qebûlkirin."

‘GELÊ KURD JI DIBISTANA SERETAYÎ HETA ZANÎNGEHÊ PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ DIXWAZE’

Gultekîn ragihand ku li Tirkiyê zêdeyî 20 salin li dijî gelê Kurd bi hêza madî, leşkerî û dîplomatîk şerekî qirêj tê meşandin û got, "Îro dewlet bi awayekî vekirî û fermî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinan dike. Em bang li tevahiya rayedarên li Tirkiyê û herêmê dikin; Hurmetê nîşanî berxwedan, têkoşîn û evîna azadiyê ya gelê Kurd bidin. Divê hikûmeta AKP'ê dest ji van polîtîkayên xwe berde. Pratîkên mîna dersa bijartî, TRT 6 bersivê nadin mafê gelê Kurd ê hatiye talankirin. Gelê Kurd dixwaze ji dibistana seretayî heta zanîngehê bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibîne. Ev mafê herî xwezayî yê gelê Kurd e. Divê ev yek nebe mijara nîqaşê, nebe mijara gotinan."

‘EM LI SAZIYÊN XWE Û LI SAZIYÊN FERMÎ BI ZIMANÊ XWE BIAXIVIN Û ZORÊ BIDIN SÎSTEMA ÎNKARÊ’

Gultekîn ji dewlet û hikûmetê xwest ku di mijara çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de ji dil tevbigere û got, "Pêşeroja zimanekî ku zarok pê neaxive, tarî ye. Zimanê me roj bi roj ber bi tunebûnê ve diçe. Li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê, divê em bi biryardarî têbikoşin. Divê em li saziyên xwe û li saziyên dewletê yên fermî bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin û bi vî rengî zorê bidin sîstema înkarê. Divê em bi vî rengî gavan bi hikûmetê bidin avêtin. Berxwedan û têkoşîna me dê wiha dewam bikin."

‘ÇARESERIYEK TÊ DE PERWERDEYA ZIMANÊ DAYIKÊ NEBE, TEQEZ NAYÊ QEBÛLKIRIN’

Piştî Gultekîn Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut peyivî û diyar kir ku mafê perwerdeya zimanê dayikê ya gelê Kurd hatiye talankirin û destnîşan kir ku gelê Kurd dê çareseriyek bê perwerdeya zimanê dayikê tu carî qebûl neke. Zumrut diyar kir ku gelê Kurd li hemberî polîtîkayên înkarê, rêxistinbûyînek ji milyonan ava kir û anî ziman ku ev rêxistinbûyîn dê ew mafên hatine talankirin, ji nû ve bi dest bixe. Zumrut her wiha destnîşan kir ku pêvajoya çareseriya demokratîk jî bi yekalî nameşe.

BANGA BEŞDARIYA LI MEŞA BOYKOTÊ YA 16'Ê ÎLONÊ HAT KIRIN

Zumrut got, "Eger dewlet zimanê me qebûl neke, emê jî sîstema wê ya perwerdeyê qebûl neke" û bang kir ku her kes roja 16'ê Îlonê beşdarî meşa "boykot"ê ya ji Parka Koşûyolû heta taxa Ofîsê û di 30'ê Îlonê de jî beşdarî meşa ji ber avahiya BDP'ê heta avahiya KCD'ê ya bi dirûşma "Gelê Kurd dixwaze bi mafên xwe di destûra bingehîn de cih bigire" bibin.

Piştî daxuyaniyê, zêdeyî 50 hezar daxwaznameyên hatin amadekirin ji aliyê heyetekê ve pêşkêşî Muduriyeta Emniyetê ya Bajarê Amedê hat kirin.


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Lîsteya tiştên ku hatine desteserkirin

ad

Efsaneya 'Rocky' bi dawî bû

ad

Li Derbendîxan jinan pirtûk belav kirin

ad

Serokê TTB'ê hat hilbijartin

ad

Pirtûkek bi kurdî 10 çap kir û 15 hezar heb firot

ad

Plana nêz a kurdan ev e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname