Diyarname
Ji bo serokatiya meclisa Tirkiyeyê îro 4 berendam hebûn û dengdan li dar ket. Li gor encamê di dora yekemîn a dengdanê de berendamê HDP'ê Dengîr Mîr Mehmet Firat 81 deng, berendamê AKP'ê İsmet Yilmaz 256, berendamê CHP'ê Deniz Baykal 125 û berendamê MHP'ê Ekmeleddîn îhsanoglu 81 deng girtin. Yê MHP û HDP 80 mebûsên wan hene. Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag ji ber destûr girtibû beşdarî dengdanê nebû. Berendamê HDP'ê Firat du deng zêde girtin ku tê gotin ji mebûsên CHP du kesan deng daye Firatî, kesek jî daye Îhsanoglu.
Ji bo kesek bibe serokê meclisê divê di dora yekem û duyem a dengdanê de ji sisêyan yekê dengên mebûsan, yanê 367 dengî bigire. Di dora yekem û duyem de kes ne li bendê ye ku kesek bi ser bikeve.
Di dora sêyem de kesek divê ji zêdeyî nîvê mebûsan, yanê 276 dengî bigire. Ger kesek nikaribe ew qas dengan bigire, di dora çarem de kîjan berendam herî zêde dengan bigire ew tê hilbijartin.
Di dora duyem ku saet li dor 17'an temam bû de 545 mebûsî deng da. Kes bi ser neket. Vaye encama dora sêyem:
- Dengîr Mîr Mehmet Firat 80
- İsmet Yilmaz: 256
- Deniz Baykal: 128
- Ekmeleddîn Îhsanoglu: 80
Ji bo serokatiya meclisê sibê (roja 1'ê tîrmehê) saet 15.00'an de meclis dê dîsa li hev bicive û dengdanê li dar bixe.
Di dora sêyem de kesek 276 dengî bigire dê bi ser bikeve, ger negire di dora sêyem de tenê du berendam (yên ku herî zêde deng girtine) bikevin pêşbaziyê.
Wekî notek: Ger CHP, HDP, MHP her sê partî bi hev re deng bidin berendamek, wê çaxê ew dikare bê hilbijartin. Ji van hersêyan yek nede, berendamê AKP'ê di dora çarem de bi dengên partiya xwe dê bê hilbiijartin. Her tişt di dora çarem de diyar bibe. Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş got ku em naxwazin hemû ji AKP'ê (Serokomar, Serokwezîr, Serokê Meclisê) bin. Ji vê gotinê jî diyar e ger di dora 4'em de Baykal û Yilmaz tenê bimînin HDP dê deng bide Baykal.