AMED
Gelê Licê ji duh de çêkirina qerepola Abali şermezar dikin û ji bo vê di çalakiyê de ne. Di navbera gel û leşkeran de xirecir derket. Li ser vê yekê evserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli çûn Licê, bi çalakgeran re civiyan û guh dan daxwazên wan. Gel ragihand ku heya çêkirina qaraqolên nû dewam bike wê dest ji çalakiyên xwe bernedin.
Hevserokên ku daxwazên gel guhdar kirin, sibe jî wê Serokwekîlên Koma BDP’ê û Parlementerên wan bi Wezareta Hindir re rûnin. Hevserok ku ji bo hevdîtinan bi Qeymeqam re vegeriyan navçeya Lîcê, hîna çalekiya ciwanan a li Deşta Fîsê û di veqetîna rêya Lîce-Hênê a li cihê Kirkalan ya navbera Çewlik û Lîcê de didome.