logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Nameyek ji bo Komeleya Nivîskarên Rusyayê

Komeleya Nivîskarên Sûriyê nameyeke eşkere ji bo Yekîtiya Nivîskarên Rusyayê (YNR) şand û xelatkirina Beşar Esad a ji al

  • Dîrok: 24/01/2012
  • Beş: Serbest

Diyarname
Komeleya Nivîskarên Sûriyê nameyeke eşkere ji bo Yekîtiya Nivîskarên Rusyayê (YNR) şand û xelatkirina Beşar Esad a ji aliyê YNR'ê ve rexne kir.

Em nameya Komeleya (Malbenda) Nivîskarên Sûriyê bi wergera Helîm Yûsiv a ji bo kurdî diweşînin:

***


"Ji bo yekîtiya nivîskarên Rûsyayê
 
Birêz Valerî Ganişiyêv, Serokê Yekîtiya Nivîskarên Rûsyayê
 
Silaveke wêjeyî
 
Bi matmayîneke mezin, me û gelê me yê Sûriyê nûçeya xelatkirina serokê Sûriyê Beşar Elesed, bihîst. Ev zordarê dijmirov yê ku ji deh mehan de, fermanên kuştina xelkên me yên serhildêr  dide artêşa rêjîma xwe, çete û hêzên ewlekariya xwe. Ev rewş  jî weku nûçe li çaraliyên cîhanê, di riya çapemeniya dîtbarî û nivîskî re, tên belavkirin.
 
Fermanên  vî  kujerê ku we ew xelatkiriye heta niha bûne sedema kuştina 6500 kesî, di nav wan de 450 zarok û 300 jin hene. Bi sedan di bin işkencekirinê û azarê de mirin û bi dehhezaran girtî, firar û reviyayî hene ku li welatên derûdora Sûriyê bûne penaber. Ji bilî bi hezarên widayiyan.
 
Gelek dezgehên navneteweyî yên serbixwe, wekî rêxistina lêborînê ya navneteweyî û rêxistina Human Rights Watch û komîta mafê mirovan ya girêdayî yekîtiya neteweyan, di raporên xwe de piştrast kirin ku ev rêjîm di ber tawanên şer de berpirsiyare û gelek tawanên dijî mirovahiyê li hember miletê Sûriyê kirine.
 
Bi vî awayî xelatkirina we ya vî kujerê serêxwexwarî  kuştineke ji berpirsiyariya rewşenbîr ya exlaqî û siyasî re, herweha  biçûkxistineke  ji bo miletê me yê ku ji bo rûmeta xwe serî hildaye, wisa jî li çanda rûsî û ji miletê rûs re.

Ji bom me cihê matmayîn û şermezariyê ye ku yekîtiya nivîskarên Rûsyaya mezin, welatê  Puşkin, Gogol, Lermontov, Dostoevsky, Torginêv, Tolstoy, Tçixov, Mayakovsky û Gorkî, xelatê bide xwînrêjekî  ku miletê xwe dikuje. Herwisa em, di sedemên vê kirina we de, tênagihêjin.
 
Hetanî yekîtiya nivîskaran ya girêdayî rêjîma Sûriyê ev yeka nekir. Pirsa me jî ev e; gelo piraniya 750 hezar endamên we bi beşdarbûna di kirineke wisa bêrûmet de, beşdarin?

Xelatkirina desthilatdarekî destbixwîn ku rojane kirinên qirkirina dijî miletê xwe birêvedibe. Bi sedan zarok, jin kuştine û bi sedan helbestvan, nivîskar, rojnamevan û hunermend avêtine binê zindanan.
 
Cihê mixabiniyêye ku ew behaneyên we ji  bo vê xelatkirina vî kujerî  rêzkiribûn bêhna dijminayiya bi miletê me re ji wan dihat, ku di wan de şoreşa miletê me ya ji bo demoqratiyê weku komployekê  tê nîşandan. Hetanî bi rêveberiya siyasî ya rûsî ku çekan dide rêjîma me ya kujer, di zêdegavavêtinê  de negihiştiye vê radeyê.

Em birêzgirtin ji we re dinîvisînin û ji we hêvî dikin ku hûn vê biryara xwe ya cihê matmayînê di bin çavan re derbas bikin. Ev biryara ku helbestvan, nivîskar û rewşenbîrên rûs weku alîgirên kuştin, teror û tawanên hovane nîşan dide.
 
Hêviya me ew e ku hûn  xelata xwe  ji vî kujerî  paş de bikşînin û em li benda wê yekê ne,  ku hûn piştgiriya miletê me yê ku şoreşê birêve dibe, bikin û di van rojên dijwar de li kêleka wî bisekinin.
 
Komeleya (Malbenda) nivîskarên Sûriyê"

 

***

Nûçeya eleqedar:

- Komeleya Nivîskarên Sûriyê ava dibe

 

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Nivîskarên kurd pirtûkên xwe îmze dikin

ad

Siyadê ‘Fîlmê Herî Serketî yê Navneteweyî’ hilbjartin

ad

Hikumeta Iraqê xwest Tirkiye operasyonan rawestîne

ad

Lîstika “Şengê û Pengê” li Stenbolê tê lîstin

ad

îdîayek balkêş: Kurdan leşkeran tirkan desteser kirin

ad

Keçeke wî çêdibe

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname