Cemil Oguz
Hunermenda kurd a ji kurdên Xoresanê Yelda Ebbasî li Stenbolê konserek bi coş pêşkêşî temaşevanan kir. Di konserê de starana "Lê yarê" ji bo keçên kurd ên hatine firotin hat gotin.
Di çarçoveya 2'yemîn Mîhrîcana Çand û Hunera Kurdî ya ku NÇM (Navenda Çanda Mezopotamyayê) organîze dike de îşev konsera hunermenda kurd a ji kurdên Xoresanê Yelda Ebbasî û ya Tehsîn Xidir ê ji kurdên Şengalê hebû. Lê hat gotin ji ber li Duhokê rêveberiya başûrê Kurdistanê destûr nedaye ji bo hatiye Xidir, ew nikariye bê. Ji ber vê tenê Yelda Ebbasî û koma wê (ku ji çar keçik û diya wê pêk dihat) derket ser dikê.
Ebbasî berê li Bakur, li Amedê derketiye ser dikê û konser pêşkêş kiriye lê li Stenbolê yekemîn car derdikeve ser dikê. Temaşevanên wê li Stenbolê berê bi klîbên wê yên li youtube ew nas kiribûn jê hez kiribûn û bi vê hezkirinê ber bi salona konserê ve herikîbûn. Vê hezkirinê kiribû ku Salon Şanogeha Kenter mişt tije bibe û her wiha kesên li ser piyan jî hebûn.
Di konserê de hin stranên kurdî, yên li ser kurdan hatine çêkirin û her wiha muzîka wan a enstrumantal gelek bala temaşevanan kişand. Meryema ku bi deqîqeyan bênavber li defê dida (ku ew li ber destê mamosteyê muzîkê Bîjeng Kamkar hîn bûye) dilê temaşevanan mest kir. Her wiha dengê santûr, kundir-keman û helbet tembûrên wan coşek mezin da temaşevanan.
Berî vegotina stranan diya Ebbasî qala çîroka stranan jî dikir. Mînak starana "Lê Yarê" li ser 300 keçikên kurdên Xorasanê hatiye çêkirin ku ew keçik bi zorê birine li Rusyayê firotine. Û her wiha keçikên Şengalê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin desteserkirin jî bi vê hatin bibîrinanîn û dengê starana Lê Yarê bi dengê Ebbasî li salonê olan da. Dîsa strana "Lo" ku li ser Kobanî hatiye çêkirin bi coş hate pêşkêş kirin.
Yek ji stranên balkêş jî strana "Fatma" bû. Fatma keçek kurd e. Di navbera kurdan û ozbekan de şer çêdibe. Fatma dibêje ezê jî herim şer; radibe kincên mêran li xwe dike û dixwaze bikeve şer. Farma jîr e, jêhatî ye, lê dibêjin "Fatma, şer xilas, kincan jixwe bike." Fatma kincan ji xwe dike lê dinêre hê şer didome û radibe stranê distrê.
Hunermend Yelda Ebbasî ku ji zarokatî ve bi muzîkê re eleqedar e hunera xwe bi stranên cur bi pêşkêşî kurdên Stenbolê kir û her du bi coş, bi çepikan û tilîliyan ji hev veqetiyan. Û rengîniya dawî ya konserê jî ew bû ku diya Ebbasî got "Em dizanin hûn dixwazin ligel me wêneyê bikişînin, lê ji kerema xwe re hûn rûnin em bi we re bikişînin" û ew li ser dikê rûniştin, ji wir de wêneyek giştî ji bo bîranîna vê rojê hat tomarkirin.
Di dawiyê de tiştê bê gotin, dê xweş ba Tehsîn Xidir jî stranên xwe pêşkêş bikira lê rewşa me kurdan ev e; hê jî em kurd li nav axa xwe bi awayekî azad nikarin bigerin ku carinan sedestên kurdan, carinan em bi xwe dibin asteng. Em dikarin bibêjin Yelda Ebbasî û koma wê nebûna Xidir bi temaşevanan da ji bîr kirin. Û em bi gotina diya Ebbasî dawî lê binîn: "Em hêvî dikin rojek bê em kurd azad bibin, li ser axa azad, bêyî şer em bi hev re stranên xwe bibêjin."
Hemû bernameyê hûn dikarin ji vir daxin:
**
Nûçeyên eleqedar:
- Newayên Çarçira derketin ser dikê
- Bernameya Festîvala Çanda Kurdî hat eşkere kirin