Amed
Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş, Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel, Hevşaredaria Amedê Gultan Kişanak û mebûsên HDP'ê li hemberî biryara 'Kayyum'ê bi hev re daxuyanî dan daçepemeniyê. Biryara destdayîna ser şaredariyan a ji aliyê hikumetê ve di Pêşnûmaya Zagonê ya Torbeyê de sib3e dê li meclisê bê nîqaşkirin. Berî vê hevşeradiran, Demirtaş û mebûsan hikumet hişyar kir.
Pêşî Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak axivî û got ku heta niha gelek hevşaredar, endamên meclisê bêyî li benda zagona niha heyî bisekinin jî ji kar hatine girtin, lê bi zagona ku niha dixwazin derxin dixwazin hemû hevşaredar, endamên meclisa şaredariyê û meclisên şaredariyan tasfiye bikin, di zagonê de ev zelal nivîsîne.
Kişanak got ku bi vê zagonê mafê hilbijêr û hilbijartinê ji dest digire.
Dûre Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel jî axivî û diyar kir ku ev rê ne tu rêye, bi destdanîna ser rêveberiyên herêmî hûn nikarin li Tirkiyeyê demokrasiyê firehtir biken, ji aliyê me ve ev zagon di asta tunebûnê de ye.
Dûre Demirtaş axivî. Vane ji gotinên Demîrtaş çend not:
- Em Hêvî dikin dê meclis dê bibîne di vê rewşa krîtîk te ev zagon dê çi pirsgirêkên cidî derxe holê.
- Bi kayyûmê destdanîna ser şaredariyên bi hilbijartinê hatine ji aliyê fîliyatê ve ne mimkûn e deste deynin ser vîna gel. Di serî de sendîka, xebatkarên şaredariyan, saziyên sivîl baro û gel, zihniyeta ku kesê we hilbiartiye ji kar digire û ji dêvla wî/ê ve memûrekî tayîn dike nas nekin, qebûl nekin.
'Em bêrûmetî qebûl nakin'
- Hûn alîgirê kayyûmê ne, yan alîgirê vîna gel in, em dixwazin vê bibînin. Roj ne ew roj e ku mirov li navê bisekinin, gere aliyek pê bigire. Em dixwazin bizanin ka kî li kîjan alî ye. Di serî de li Amedê, em ji vê gavê de bangî hemû saziyên sivîl dikin. Hûn der barê kayyûmê de çi difikirin? Hûnê ligel vê kayyûmê bixebitin? Hûnê pêre hevkariyê bikin? Ji ber ku saziyên sivîl û muxtar hevkarên rêveberiya demokratîk a bajaran in. Bila gelê me jî li hemberî her tiştî amade be. Em qebûl nakin ku wisa dest deynin ser vîna me, derbeyê li hemberî wê çêbikin û emê qebûl nekin jî. Berdêla wê çi dibe bila bibe. Ji dêvla em bê rûmet û heysiyet bijîn em mirinê tercih dikin. Sekna me ev e.
'Fermo em hilbijartinê bikin'
- Ji bo kesên difikirin ku şaredarî baş naxebitin, xizmetê gelnakin, em qub dixwazin. Fermo ji bo we pêşniyarek demokratîk: Li her derê ku hûn dixwazin kayyûmê biavêjin werin em hilbijartinê çêbikin. Fermo li Amedê, Şirnexê, Culemêrgê, Nisêbînê, cihê ku hûn dibêjin gel bertekê nîşanî şaredarî dide an jî ji ber vê em kayyûmê tayîn dikin, fermo li wê derê em hilbijartinê dubare bikin. Ka gel çi difikire, ji kî giliyê dike em bibînin. Kesên bi sindoqê hatine bila bi sindoqê herin, bila gel biryara vê yekê bide. Ger em li wê derê hilbijartinê winda bikin, şeradarê nû kî be, kîjan partî bi ser bikeve emê hurmetê nîşan bidin.
'Derdê we bi kurdan re ye'
- Derdê we ne ev e, tiştek din e, derdê we kurd e, ligel kurdan e. Hûn her tiştî aîdê kurdan, li ser navê kurdîtî qebûl nakin. Heta niha digotin 'Tirkiye yê tirkan e', niha êdî dibêjin Tirkiye yê AKP'ê ye. Kayyûm dê bê lê dê nikaribe rastiya vê derê biguherîne. Kayyûm dê tenê bibe nûnerê bê îtîbar ê hikumetê.
- Ger hûn bibêjin em zagonê bi paş ve bikişînin, em bi dewleta hevpar û bi aqilê siyasetê welat bi hev re derxin ser rêya rast em wekî HDP û DBP bi hemû hêza xwe ji bo vê hene.
- Partiya muxalefeta mezin û a biçûk ji bo ji dewletê çend kadroyan bi dest bixin her cure faşîzm qebûl kirine. Polîtîkaya ku CHP dike polîtîkaya rizgarkirina AKP'ê ye.
'Kayyûmê bişînin ser Enqereyê'
- Ger şaredariyek hûn bi kayyûmê bi rê ve bibin hebe ew jî şaredariya Enqereyê ye. Îtîraf kir, got 'min gelek ersa dane Gulen'. Ger hûn dest pê bikin ji wir dest pê bikin. Şaredariyên me metreçarqorziyek ersa nedaye rêxistina Gulen. Bi zagona hûn derdixin divê hûn kayyûmê bişînin ser Enqere, Stenbolê, Kayserî, Konya, bişînin ser şaredaryên din ên AKP'ê. Piştgirên mezin ên terorê ev şaredarî ne. Van çi dan Gulen, çi nedan..
'Xwedê efû bike lê zagon?'
- Ger ji ber alîkarî û piştgiriya terorê kesek bê darizandin hebe pêşî divê tu bê darizandin. Tu dibêjî 'bila Xwedê efû bike'. Zagon nikarin bi te, tu dibêjî 'bila Xwedê efû bike'. Li vê dinyayê tuyê hesabê nedî? Memûrekî ji rêze ketibe nava cemaetê tu ji kar digirî, te wekî hikumğet 12 salan hemû derfet pêşkêş kirin, we şêx firand, şaredariyên bi kayyûmê re rû bi rû ne em in. Edaletek wisa heye? CHP ji bo vê dê çi bibêje em nizanin, lê em vê zagonê tune dihesibînin. Kayyûm dê nikaribe tu şaredarî bi rê ve bibin. Em ji ku dizanin? Ji gelê ku li hemberî binçavkirina hilbijêran diket kuçeyan dizanin. Çawa berxwedana li hemberî kesên dixwestin dest bidin ser yên hatine hihlbijartin meşrû bû li hemberî derbeya we berxwedan jî meşrû ye.
- Erdogan dibêje qey doza me wekî ya Gulenê ku wî ligel îtîfaq kiribû. Bila qisûrê nenêre em ne wekî we ne. 40 hezar kes hatin binçavkirin, kesek ranebû negot 'Ez Gulenparêz im". Ji me 10 hezar kes hatin tewqpîfkirin kesekî ranebû negot 'ez ne di nav vê dozê de bûm'.
'Ji 2007'an ve dixwaze me tune bike'
Li hemberî yên dixwazin xirabî li me bikin emê wekî mîhan serê netewînin. AKP ji sala 2007'an ve dixwaze me tune bike lê nekarî û dê nekaribe jî. Tuyê têk herî ji ber ku mafdariya te tune ye.
Li meclisê emê muxalefetek dijwar bikin, çi ji destê me bê emê bikin. Lê li derveyî meclisê jî emê mafê berxwedana we ya meşrû bikar bînin. Ev yek ji bo her kesî derbas dibe. Qet veger, bi paş ve gavavêtin, xirakirina moral nîn e. Bi coşa mezin emê têbikoşin.


