Diyarname
Stêrka popê ya navdar Britney Spears jî beşdarî kesên pirtûk nivîsîne bû. Spears bi navê "The Women in Me" (Jina Di Hundirê Min De) pirtûkek nivîsî. Pirtûka ku sîparîşên pêşî hatine dayîn jî roja 24'ê kewçêra îsal dê li piyaseyê be.
Stranbêja Amerîkî di pirtûka xwe de li ser navdarî, kariyer, dayiktî, berxwedana nav jiyanê, bawerî û azadiyê disekine. Wê li ser hesabê xwe yê tora civakî ev agahî wisa belav kir, "Min pirtûka xwe xilas kir. Ji bo vê pirtûkê ez gelek xebitîm. Ji bo pirtûkê temam bikim min gelek terapî girt. Ez hêvî dikim hûnê jê hez bikin."
Ji Weşanxaneya Gallery Booksê Jennifer Bergstrom wisa gotiye, "Îfadeya Britney ya li dadgehê ku bandor li dinyayê kir bû sedem ku zagon biguherin. Vê yekê hêza wê ya îlhamê dide nîşan da. Bîranînên wê jî dê bandoreke wisa bikin. Şik nîn e ku ev pirtûk dê bibe bûyera salê. Ji bo em çîroka wê belav dikin em jî serbilind in."
Spiers di sala 1981'ê de hatiye dinê. Grammy jî têde gelek xelat girtine. Di dîroka muzîkê ya DYA'yê de 8'emîn jin e ku herî zêde albumên wê hatine firotin, dîsa wekî stranbêje jin a ciwan e ku herî zêde albumê wê hatine firotin. Di sala 2009'an de wekî Stranbêje Herî Serketî ya Sedsala 21'ê ketiye nava Pirtûka Rekoran a Guinessê.
Kovara Forbesê di sala 2003'yan de xist nav lîsteya Dewlemendên Temen Bin 25'î ku di vê lîsteyê de yekemîn bû. D isala 2006'a de di nav Lîsteya Herî Dewlemendan de bi 100 mîlyon dolar serweta xwe di rêza 9'emîn de cih girt. Lê ji van hemûyan wêdetir di sala 2007'an de ket nav derûniyeke xirab. Loma jî hemû serweta wê, jiyana wê ket bin kontrola bavê wê Jamie Spears. Lê piştî du salan hat ser xwe û ji bo vê vasîtiyê ji holê rake doz vekir. Doz 13 salan dom kir. Di sala 2021'ê di dadgehê de gotina "ev vasîtî moralê min xira dike û wisa dike ku dibe sedem ew xwe wekî kole hîs bikim. Ez dixwazim ev îstîsmara hestiyarî bi dawî bibe." Vê gotinê kir ku dozê qezenc bike û azad bibe, di heman demê de jî bû sedem ku di vî warî de zagon ji nû ve bêne sazkirin.
Britney Spearsa 41 salî diya du zarokan e. Ew sê caran zewiciye. Herî dawî 2022'yan de ligel îraniyekî Sam Asgharî zewicî û salek neçû ji hev veqetiyan.