Enqere
Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk: Divê her kes xwedî li Azadiya Welat derê û bibe abone.
Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk di axaftina xwe ya îro ya di Koma DTP'ê ya Meclisê de li ser cezadayîna Azadiya Welat jî sekinî. Dema Turk liser Azadiya Welat axivî mebûsên DTP'ê jî rojnameya Azadiya Welat ku bi xwe re biribûn bilind kirin.
Turk wiha got: "Birêz Serokomar Gul di gerên xwe yên li Yekîtiya Ewropayê de dibêje 'binêrin li Tirkiyeyê kurdî ne qedexe ye, rojnameya rojane ya bi kurdî jî dertê'. Lê ev rojname niha meheke cezaya girtinê lê birîn. Roja ku rojname hat girtin Berdevkê AKP'ê li ber kursiya meclisê digot 'mirovên me di bikaranîna zimanê xwe de, temaşekirina televîzyonê ya bi zimanê xwe de azad in. Ev êdî li Tirkiyeyê ne qedexe ye'. Ji aliyekê ve hûnê bibêjin dê TRT bi kurdî weşanê bike, ji aliyê din ve hûn rojnameyê ku bi zimanê zikmakî weşanê dike hûnê bigirin. Rûyê rastîn ê AK Partî ev e."
Ahmet Turk bang li her kesî kir ku xwedî li Azadiya Welat derê û bibe aboneyê wê.