Diyarname
Pirtûkek nû li ser jiyana lîstikvana efsanewî ya Hollywoodê Marylin Monroe hat nivîsandin. Pirtûka ku ji aliyê nivîskarê portreyan ê îngilîz Andrew Norman ve bi navê "Making Sense Of Marilyn" hatiye nivîsandin agahiyên nû pêşkêş dike.
Di pirtûkê de zarokatiya Monroe, di dema nûciwaniyê de gera ligel hevalên xwe, zewaca ligel karkerekî fabrîkeyê ku ew hê 16 salî bû û gelek agahiyên bi vî rengî yên berî ku ew navdar bibe jî di nav pirtûkê de cih girtine. Her wiha ligel wêneyên wê serdemê jî.
Lîstikvan Marylin Monroe di 5'ê gelawêja 1962'yan, di 36 saliya xwe de întîxar kiribû û miribû.
Pirtûk dawiya meha yekem a îsal çap bû û niha derket piyaseyê. Di pirtûkê de wêneyên Monroe ligel helbestvan û rexnegira îngilîz Edith Sitwell, wêneyên ligel mêrê wê yên din û ligel nivîskarên din jî hatine weşandin.
(Di wêne de Monroe ya navîn e)