Diyarname
Heta niha gelek hunermendên navdar pêşniyara beşdariya TRT 6'ê red kir. Lewma kanal zehmetiya mêvanan dikişîne.
TRT 6 ku bi hêviyên mezin hat vekirin lê di nav demê de hate dîtin ku ev hêvî pêk nehat. Di warê beşdariya mêvanan a ji bo bernameyan de jî zehmetî hatin kişandin, hê jî tê kişandin.
Heta niha digel Şivan Perwer, Ciwan Haco, li Tirkiyeyê jî ji bo beşdariyê pêşniyaz ji bo hunermendên navdar Mahsun Kirmizigul û Îbrahim Tatlises re hate birin lê ew beşdarî bernameyê nebûn. Niha hate îdîakirin ku dê Yilmaz Erdogan wekî mêvan beşdarî TRT 6'ê bernameya Aydin Aydin a bi navê "Çepik" bibe. Tê gotin ku du hefte paşê dê Erdogan beşdarî bernameyê bibe, bi kurdî biaxive û stranan bistrê.