Diyarname
Çend sal berê goştê mirîşkan ê sunî hatibû çêkirin û li hin restorantan hatibû bikaranî, niha goştê masiyan ê sunî hat çêkirin û FDA'yê ev goşt erê kir.
Goştê masiyan ji hcureyên di laboratûarê de hatine hilberandin hat çêkirin. Ev goştê masiyan ê bi curdeyê 'Somon' ji aliyê FAD'yê (Daîreya Derman û Xurekê ya DYA'yê) ve hat erêkirin.
Saziya bi navê Wildtype ev goşt amadekiribû û goştê wê hat erêkirin. Li bajarê Portland ê Eyaleta Oregon li restoranteke yên bixwazin dikarin bixwazin û bixwin.
Wildtype di daxuyaniya nivîskî de gotiye, "FDA'yê di nivîsa xwe ya fermî de gotiye, ev goşt bi qasî xurekên din ên vî cureyî bi ewle ye, di vî warî de tu şik nîn e."
Wildtype gotiye niha li restoranteke ew goştî belav dikin, pênc restorant jî di lîsteyê de ne.
Li ser goştê masiyan FDA li DYA'yê berpirs e; li ser goştên dewar û pez jî USDA (Wezareta Çandinî ya DYA'yê) berpirs e.