2016: RSF'ê beþek ji rapora xwe ya li ser rojnamegeran weþand
Diyarname
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) li ser rojnamegerên di girtîgehê de li Berlînê rapora* xwe eþkere kir û diyar kir ku di vî warî de rekor di destê Tirkiyeyê de ye. Li gor raporê herî zêde li Tirkiyeyê rojnamegerên profesyonel di girtîgehê de ne.
Berdevka Lijneya Rêveberiyê yê RSF'ê Britta Hilpert, li ser Tirkiyeyê wisa got: "Tirkiye ku hê jî berendama Yekîtiya Ewropayê ye wekî welatên Çîn, Sûriye û Îranê bûye neyarê azadiya çapemeniyê, wekhevbûna wekî van welatan nîþan dide ku rewþa rayedarên tirk a li hemberî azadiya çapemeniyê nîþan dide."
Vane hin kîteyên ji rapora RSF'ê:
- Li temamê dinyayê 348 endamên çapemeniyê ji ber pîþeya xwe di girtîgehan de ne. Li gor par sedî 6 hejmara rojnamegerên girtî zêde bûye.
- Ji van rojnamegerên girtî beþek mezin jê li Tirkiye, Çîn, Sûriye, Misir û Îranê girtîne.
- Di nav van 348 endamên çapemeniyê de 187 rojnamegerên profesyonel, 146 nivîskarên blogan û 'hemwelatiyên rojnameger' in û 15 jî xebatkarên çapemeniyê ne.
- Li Tirkiyeyê bi ser 100'î re rojnameger girtîn eû ji van 41 kes raste rast ji ber pîþeyê xwe hatine girtin, loma herî zêde 'rojnamegerên profesyonel' li Tirkiyeyê girtî ne.
- Li Sûriye, Yemen û Iraqê 52 endamên çapemeniyê hatine revîn, 21 jê di destên rêxistina terorê DAIÞ'ê de ne.
- Li Çînê 81 jê nivîskarên blogê û 'hemwelatiyên rojnameger' bi giþtî 103 endamên çapemeniyê girtî ne.
- Li Misrê herî hindik 27 rojnameger girtîn e. Li Sûriyê 28, li îranê 24 endamên çapemeniyê ji ber karên xwe kirine girtîne.
- Li Misûlê nêzî 10 endamên çapemeniyê ev nêzî 2 salan in girtîne.
*Ev beþek rapora Bîlançoya Salane ya Azadiya Çapemeniyê ya RSF'ê ye. Beþa duyem dê 19'ê vê mehê bê eþkere kirin.
**
Nûçeya eleqedar:
- 2016: Ronaldo 'Xelata Goga Zêrîn' girt