logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
news-details

Demirtaş: Hemû cîhan bibe yek nikare doza mafdar a gelekî têk bibe

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, çû serdana Kobanêya ku bi rojane berxwedaneke bêhempa lê tê meşandin û nav

  • Dîrok: 30/09/2014
  • Beş: Nûçe

RIHA
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, çû serdana Kobanêya ku bi rojane berxwedaneke bêhempa lê tê meşandin û navçeya Pirsûsê. Demîrtaş piştî hevdîtinan got: “Ger hemû cîhan bibe yek jî nikare gelek xwedî dozek mafdar û rewa têk bibe. Bê guman her kes baş dizane ku gelê Kobanê dê dûr an nêzîk, axa xwe azad bike. Demîrtaş bang li raya giştî ya civaka naveteweyî kir û got: “Ger hûn vî gelê nirxên xwe yên mirovahî diparêze bi tenê bihêlin, helbet em jî dê li çareya serê xwe binêrin. Lê divê hûn bêrêgeziya xwe jî bixin ber lêpirsînê. Em dê heta dawiyê li ber xwe bidin û li gel gelên li ber xwe didin cih bigirin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, çû serdana bajarê Kobanê ku, li dijî êrîşên DAIŞ’ê yên ji 15’ê îlonê ve berxwedaneke xurt lê tê meşandin, û navçeya Pirsûsa Rihayê. Di nava şandeya bi Demîrtaş re Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamuran Yuksek, gelek parlementerên HDP’ê û şaredarên DBP’ê cih girtin. Demîrtaş tevî şandeya HDP û DBP’ê çû serdana gundê Alîgorê û li wir hate pêşwazîkirin. Demîrtaş li vir derbarê bûyerên dawiyê de agahî girt û ji wir çû gundê Dewşenê. Demîrtaş, piştî hevdîtina bi kesên di çalakiya nobetê de, di deriyê Murşîtpinarê re derbasî Kobanê bû. Demîrtaş li vir hevdîtin bi Hevserokê Kantona Kobanê Enwer Muslîm û Hevseroka Giştî ya PYD’ê Asya Ebdullah re pêk anî.

 ‘LI KOBANÊ NIRXÊN MIROVAHIYÊ TÊN PARASTIN'

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş berî derbasî cihê ji çapemeniyê re girtî bibe daxuyaniyek da û destnîşan kir ku li Kobanê ne tenê nirxên Kurdan, yên hemû mirovahiyê tên parastin û wiha got: "Ji ber ku em Kurd in na ji ber ku em mirov in em Kobaniyê diparêzin. Ji ber ku li vir êrîşek hovîtî heye. Li hemberî nirxên mirovahiyê êrîşek heye. Parastina me ya li hemberî van jî peywireke me ya sereke ya mirovahî ye." Demîrtaş, diyar kir ku li Kobanê berxwedaneke riyê mirovahiyê spî dike pêk tê. Demîrtaş bal kişand ser berxwedana dîrokî ya Kobanê û wiha axivî: "Nîşan dan ka gelek çawa tê parastin û ji ber wê yekê ez spasiyên xwe li gelê Kobanê dikim. Ez kesên di çeperan de ber xwe didin silav dikim. Bila tu kes li benda ketina Kobanê nemîne. Ya ser bikeve dê ev berxwedana bi wate be."

 ‘DESTKEFTIYÊN GELÊN TIRKIYEYÊ Û GELÊ ROJAVA WEK HEV IN'

Demîrtaş, piştî serdana Kobanê, li Deriyê Sînor ê Murştîpinarê daxuyanî da çapemeniyê. Demîrtaş, da zanîn ku bi armanca bi gelê Kobanê û kesên li Pirsûsê 15 roj in bê navber ber xwe didin hate sînor û wiha domand:

"Min bi Hevseroka PYD'ê Asya Abdulla û Hevserokê Kantona Kobanê re hevdîtin pêk anî. 2 kîlometre dûrî me terorîstên DAIŞ'ê hene. Sê aliyên Kobanê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine dorpêçkirin. Tenê aliyê Pirsûsê di bin dagirkeriyê de nîn e. Lê aliyê Tirkiyeyê pirsgirêkên gelek cidî derdixe. Li vir bi rojane ji her aliyê Tirkiyeyê mirov tên û dixwazin xwedî li Kobanê derbikevin. Ew berxwedan li ser navê rûmeta mirovahiyê pê ktê. Mixabin kesên dixwazin piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê û derbasbûna çeteyên DAIŞ'ê asteng bikin rastî êrîşên polîs û leşkerên Tirk tê. Bi hefteyane bi bombeyên gazê, panzer û ava şid rastî êrîşan tên. Polîtîkayên dewlet Tirk li hemberî Kobanê pêk tîne û polîtîkayên hewildana çareseriya pirsgirêkan navxweyî dijî hev in. Bi rojane em vê yekê dibêjin. Bi rojane em dibêjin çeteyên DAIŞ'ê ji bo Tirkiyeyê jî gef e û duh Serokwezîr jî vê yekê got. Ji çeteyên DAIŞ'ê xilasbûna êrîşa li hemberî welatiyên li vir ber xwe didin, nîn e. Helwesta rast diyalog e. Destkeftiyên Tirkiyeyê û gelê Kobanê wekhev in."

‘DIVÊ HUKÛMETA AKP'Ê BI PYD'Ê RE TÊKILÎ DEYNE'

Demîrtaş, got ku ev helwestekî li dijî Tirkiyeyê tune ye û wiha pêde çû: "Ez di wê baweriyê de me ku wijdana gelên Tirkiyeyê niha li cem Kobanê ye. Mesele ne du sê saetan vekirin an jî girtina sînorane. Krîzek mezintir heye. Li wir bi derfetên kêm mirov li ber xwe didin. Ne wekî artêşekî profesyonel şer dikin. Gelê wê derê bi derfetên xwe hewl didin welatê xwe, namûs û şerefa xwe biparêzin. Teqez em dê xwedî li kesên hatine vî alî derbikevin. Zivistan tê dibe ku ev pêvajo dirêj jî bibe. Li wir gel bi komkujiyê re rû bi rû ye. Mirovên li vê derê ji ber ku Kurd in ne li vir dimînin. Li vir ciwanên Tirk, Ereb, Elewî û Sunî hene. Divê hikûmet jî li gor vê polîtîkayên xwe diyar bike. Madem DAIŞ'ê wekî tehdît dibînin, divê hukûmeta AKP'ê bi PYD'ê re têkilî deynin. Ji bo êrîşên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê bên rawestandin û derbasbûna çeteyan ya ji Tirkiyeyê re bê astengkirin, divê hikûmet baştir nêz mirovên li vi çalakî lidardixin bibe.

'DAIŞ JI BO HEMÛ KESÎ TEHDÎT E'

Demîrtaş, diyar kir ku DAIŞ tenê ne ji bo Kurdan tehdîdek e, ji hemû kesî re tehdît e û wiha axivî: "Her kes jî dizane ku Kobanê bikeve destê DAIŞ'ê wê şerê nava bajar dest pê bike û tu kes jî nizane ev dê çi qas berdewam bike. Dibe ku ev yek gefan li ser Tirkiyeyê jî bike. Loma divê Tirkiye li gor vê tevbigere."

BÊDENGIYA TIRKIYEYÊ YA LI HEMBERÎ DAIŞ'Ê

Demîrtaş, di berdewamê de da zanîn ku bêdengiya Tirkiyeyê ya li hemberî êrîşên DAIŞ'ê li ser welatiyên Kurd jî şikestinekî çêdike û wiha domand: "Em di hevdîtinên xwe de, hewl didin ku mijarê di vê çarçoveyê de binirxînin. Ev ne meseleya muhtaciyê ye. Hemû cihan bibe yek jî nikare, xwe li hemberî têkoşîna gelekî ya rewa bigire. Bila tu kes vê ji bîr neke. Gelê Kobanê çi be bila bibe, dawiya dawî dê serbikeve û axa xwe azad bike. Bila her kes baş bizane, eger DAIŞ têkeve Kobanê, em tu carê vê qebûl nakin. Her kesî xwedî rûmet û şeref wê li hemberî vê bisekine."

'EM BIBIN YEK, EM DÊ SER BIKEVIN'

Demîrtaş, got ku heta hemû gelên li ser vê axê bi awayekî wekhev nejîn wê têkoşîna xwe bidomînin û wiha pêde çû: "Hûn li vir xwedî li rûmeta mirovahiyê derdikevin. Hemû gelê me ji Qersê heta Îzmîrê li vir bûye yek dil û li hemberî van çeteyan helwesta xwe didin nîşandan. Eger em bibin yek, em ê di têkoşîna xwe de ser bikevin."

 ‘EM DI KÊLIYÊN KRÎTÎK RE DERBAS DIBIN'

Demîrtaş bal kişand ku hefteya borî wan li Amerîkayê bi şanaziyekê geşedan şopandine û wiha domand: "Di nava bêderfetiyan de we dilê xwe danî holê û dengê xwe bi hemû cîhanê da bihîstin. Li vir hovîtiyek heye, em ji vê natirsin û serê xwe li ber natewînin. Em bi we serfiraz in. Ji ber ku YPG û YPJ'ê rûmeta me parastin em destxweşiya wan dikin. Niha divê bi diyalogê berjewendiyên Tirkiye û yên Kurdan li herêmê hev du temam bibikin. Ev mirovên li vir in ji bo pisgirêkên xwe çareser bikin, li vir in. Divê li vir ewqas hêzên ewlehiyê li hemberî gelê xwe neyên bikaranîn. Gefa sereke hovîtiya DAIŞ'ê ya ku 2 km dûrî vir e. Îro roj roja destê xwe bidin hev e û Kurdan bi tenê nehêlin. Ji ber ku em di seatên krîtîk de derbas dibin."

Demîrtaş berxwedana gel a ku di şert û mercên kêm de tê meşandin jî bi bîr xist û wiha domand: "DAIŞ ‘a ku çekên Amerîka û Rûsyayê bi dest xistiye, ji bo dagirkirinê ber bi vir ve tên. Divê îro li her derê Tirkiyeyê xwedî li Kobanê derbikevin. Gavên ber bi çav ên ji bo aştiyê di vê derê re derbas dibe. Divê ev bangewaziya me rast bê fêmkirin. Ger ku hûn gelê ku nirxên mirovahiyê diparêzin tenê bihêlin wê demê ew ê li çareya serê xwe binêre. Divê raya giştî ya navneteweyî ji bo Kobanê bêdeng nemîne. Înşalla di demeke kurt de ev tiştên li vir çêdibin, berevajî bibin û rewşeke ku baweriya çareseriya demokratîk a Rojva ava bibe. Ger ku her kes tiştên dikevin ser milê wan pêk bînin wê demê encamgirtin jî hêsan bibe."

'DIVÊ ALÎKARÎ NEYÊN ASTENGKIRIN'

Demîrtaş piştî daxuyaniyê bersiv da pirsên rojnamevanan û li ser pirsa DAIŞ gundên Pisûsê bombebaran dike wiha got: "Li vir gel di bin gefeke mezin de ye. Valakirina vir ne çare ye. Ger hûn DAIŞ'ê nesekinînin û vir vala bikin. Dê sibe DAIŞ were heta vir. Ji ber vê yekê hewceyî bi çareseriyê heye."

Demîrtaş li ser pirsa ku “Tirkiye destekê dide DAIŞ'ê” jî wiha axivî: "Tê gotin ku Tirkiye destekê dide DAIŞ'ê û ev yek tê axaftin. Divê hukûmet vê têgihîştinê biguherîne û ji ber vê jî gavên bawerî pê tên biavêje. Wextê ku vê yekê bike wê demê ev têgihîştin biguhere. Divê alîkariyên ku tên neyên astengkirin."

Piştî daxuayniyê Demîrtaş û heyeta pêre çûn serdana berxwedêrên li gundê Boydê, Bêdhê, Qop û Elîzêr dawiyê ji wir veqetiyan.

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 04 2026

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

news
  • 14 04 2026

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

news
  • 12 04 2026

Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

news
  • 03 04 2026

Rêveberiya Kobanî: Em vê tayînkirinê qebûl nakin

news
  • 02 04 2026

UNICEF'ê li ser dibistanên Rojava daxuyanî belav kir

news
  • 02 04 2026

Hikumeta Sûrî kayûm şand ser Çelebiyê, gel daket kolanan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Ji te re çi!

ad

Berendamên "Golden Globe" diyar bûn

ad

Kê Zozan kuşt?

ad

Ceribandina sedsalê hate rawestandin

ad

Bi vîzeyê pêşî li tûrneya 'Don Kîxot'ê girtin

ad

Qubad Talebanî: Gelê kurd bi giştî bi metirsiyeke cidî re rû bi rû ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname