Diyarname
Li gundê Qenciyara Qereyaziya Erzeromê abîdeya dengbêjê navdar Evdalê Zeynikê hate çêkirin.
Evdalê Zeynikê heta niha bûbû mijara gelek gotar û pirtûkan. Herî dawî jî derhêner Bulent Gunduz li ser Evdalê Zeynikê belgefîlmekî kişandibû. Gunduz bi pereyên ku ji belgefîlm kar kirin li gund abîdeyeke ji bo Evdalê Zeynikê çêkir. Abîde 29'ê meha borî hat vekirin.
Di vekirina abîdeyê de Mebûsê BDP'ê yê Culemêrgê Adil Kurt, rêveberên BDP'ê, derhêner Bulent Gunduz jî amade bû.