Diyarname
Sazkarê Microsoftê Bill Gates xelata Gandhi ku ji bo aştî, bêçekbûn û pêşketinê li Hindistanê tê dayîn girt.
Li Hindistanê merasimeke hate li dar xistin û ji ber xebata Weqfa Bill&Melinda Gates xelat dan Gates. Serokwezîrê Hindistanê Başbakanı Manmohan Singh beşdarî merasimê bû.
Weqfê ji bo tenduristî û projeyên pêşketinê yên li Hindistanê mîlyar dolarekî pere diyarî kiribû.
Xelata Gandhî her sal li ser navê Serokwezîrê Hindistanê Indira Gandhi tê dayîn. Indre Gandhî di sala 1984'an de di encama sûîkastekê de hatibû kuştin. Xelatê didin kes an saziyên ku ji bo aştî, bêçekbûn û pêşketinê xebat kirine.


