Diyarname
Plana projeya erebeyên bê benzîn, meseleya vîrusê, lêborînxwestina serokwezîrê berê û yê niha... Vane ji Japonyayê çar nûçeyên derketine pêş.
Japonya erebeyên bi benzîn betal dike
Hikumeta Japonyayê planeke nû da ber xwe. Li gor planê ji bo tunekirina meseleya karbon di sala 2030'yî de dê firotina hemû erebeyên bi benzîn/mazotê bide rawestandin.
Li ser vê yekê Serokwezîrê Japonyayê Yoşihide Suga got ku di nav 15 salan de ji dêvla erebeyên bi vî rengî dê erebeyên bi hîbrît, hîdrojen û elektrîkê dixebitin bêne firotin.
Hikumet dike ku heta 15 salan buhaya akuyên erebeyên bi vî rengî daxe nîvî bi nîvî.
Serokwezîrê Japonyayê du meh berê li ser vê meseleyê plana wan a heta sala 2050'î eşkere kiribû.
Serokwezîr lêborîn xwest
Serokwezîrê Japonyayê Yoşihide Sufa ji ber vîrusa koronayê ji gel re gotibû neçin, lê ew û 15 hevalên xwe çend roj berê li herêma luks a Tokyayê li Gînzayê çûn xwarinê bixwin. Ji ber vê yekê Sufa ji gel lêborîn xwest.
Hikumetê şahiyên ji bo sersalê betal kirin.
Ji Îngilistanê vîrus birin Japonyayê
Wezîrê Tenduristiyê yê Japonyayê Norihisa Tamura go ku 5 kesên ji Îngilistanê hatine Japonyayê ligel wan vureya nû ya vîrusa koronayê hatiye dîtin. Bi vê yekê jî vîrusa koronayê ya nû derbasî Japonyayê jî bûye. Berî vê cureyê nû yê vîrusê li 7 welatên din hatibû dîtin.
Serokwezîrê berê jî lêborîn xwest
Serokwezîrê berê yê Japonyayê Abe Şinzo di navbera salên 2013-19'an de şahiyên xwarinê li dar xistibûn û lêçûyînên van xwarina ji kasaya dewletê dabû. Niha ji ber vê yekê Wî lêborîn xwest.
Serdozgerê Daîreya Lêpirsînên Taybet ê Tokyoyê sekreterê Abe yê bi navê Haikawa Hiroyuki li ser vê meseleyê ceza kir. Sedozger bi îdîaya Hiroyuki qeydî malî baş mihafize nekirine bi mîlyonek yen (dor 10 hezar dolarî) ew ceza kir.
Abe bi dilxwazî îfade da dozger, der barê wî de lêpirsîn nehat vekirin. Piştî îfadeyê Abe ji bo çapemeniyê wisa got: "Ez ji dil qebûl dikim ku berpirsiyariyeke min heye. Ji bo careke din baweriya gel bi min çêbe çi ji destê min bê ezê bikim." Abe îsal di meha gelawêjê de bi sedema tenduristiya wî ne baş e îstîfa kiribû.


