Diyarname
Videmo Home System, bi kurteya wê VHS, ew kasetên serdemekê bandor li piraniya mirovan kirin, niha xatir xwestin.
JVC, bi dirêjiya wê "Japon Funai Electric" yekemîn car di meha rezbera 1976'an de ev kasetên VHS xistin piyaseya Asya û Ewropayê. Di sala 1977'an de li DYA'yê jî ketin piyaseyê. Ji wê rojê heta sala 2006'an fîlm lê hatin bar kirin, hatin belavkirin. Yekem car fîlmê bi navê "The Young Teacher" li van VHS'yan hatibû kirin û hatibû belavkirin, herî dawî fîlmê "Dîrokçeya Şîdetê" lê hat barkirin û li Amerîkaya Bakur hat belavkirin.
Nifşê serketî
Bi taybetî di salên 80'yan de li gelek deran fîlm ji van VHS'yan hatin temaşekirin. Hinan li fîlmên Bruce Lee, fîlmên kareteyê, hinan li fîlmên seksê, hinan li fîlmên din temaşe dikirin ji van kasetan. Nifşek bi van kasetan mezin bû. Ev kaset dihatin kirêkirin, di vîdyoyan de dihatin temaşekirin û paşê dibirin bi yên nû dihatin guherandin. Demek dirêj çerx wisa dom kir, bi mîlyonan, belkî bi mîlyaran kesî sûd ji van kasetan girt. Di van salan de "Betacam" (Betamaks) û Vîdeo 2000 li dijî VHS'yê derketin lê bi ser neketin. Di sala 1987'an de Super-VHS (S-VHS) ketin piyaseyê, paşê ji bo vîdeo kamerayan VHS-C hatin derxistin. Bi kurt û kurmancî kurd, tirk, ereb, îngilîz, alman, fransiz, ji her miletî mirovan ji VHS'yan sûde girt. Lê wekî tê zanîn dawiya her tiştî heye, yê VHS'yan jî. Lewre kompaniya Funaî ku ev kaset çêdikir û belav dikir biryar da ku êdî van kasetan çap neke.
Ji 15 mîlyonî hat 750 hezarî
Par li temamê dinyayê hejmara firotina VHS'yan daketibû 750 hezarî, loma bev biryar hat girtin. Dema VHS di serdema xwe ya serketî de bû salê 15 mîlyon heb kaset çap dikirin.
Kengê VHS ber bi paş ve çû?
VHS heta salên 90'î pir baş ber bi pêş ve diçû lê di sala 1994'an de kompaniya Sony "DVD" afirand, lê di sala 1997'an de ev ket piyaseyê û jê hat hezkirin. Pêşî DVD hinek buha bû, loma VHS hinek jî dom kir Lê di sala 2001'ê de yekem car firotina DVD'yan wekî hejmar VHS derbas kir. Piştî wê salê her ku çû DVD zêdetir belav bû li nav gel û VHS her ku çû ber bi paş ve çû. Û niha bi daxuyaniya Fuanî ku êdî dê VHS'yan çap neke re rûpelek din a dîrokî hat girtin.
Wekî notek, kesên hê dîmenên wan di VHS'yan de bin bi cihazan divê veguherînin berî ku ew cîhaz jî ji pisayeyê rabin.