Diyarname
Bi navê "Siyeru'l-Ekrad" pirtûkek ji Weşanên Peywerdê derket. Pirtûka ku ji aliyê Abduklakir b. Rustem el-Babanî ve hatibû nivîsandin niha ji aliyê Veysel Başçi û Eral Ceylan ve bi tirkî ji bo çapê hatiye amadekirin. Pirtûk qala dîroka Baban û Erdelan a di navbera salên 1523-1870 dike.
Abdulkadîr Baban di sedsala 19'an de jiya ye. Amadekarên pirtûkên texmîn dikin ku ew di sala 1832 an 33'yan de hatiye dinê û îhtîmala bajarê lê hatiye dinê jî Silêmanî ye. Em îhtîmal dibêjin ji ber ku di pirtûk de wî qal nekiriye û amadekarên pirtûkê vê agahiyê parve dikin. Ew wekî endamekî malbata Babanan li ser dîroka vê mîrekiyê dinivîse. Pirtûka ku li ser dest jî Abdulkadîr Babanî di sala 1870'ê de bi farisî nivîsandiye. Armanc kiriye ku dîroka kurdan binivîse lê firsend dîtiye ku beşek ji serdema mîrektiya Baban û Erdelanan binivîse. Jixwe heta niha gelek berhemên hene li ser beş bi beşên dîroka kurdan in ku wê serdemê ronî dikin. Ev pirtûka ku niha ji aliyê Başçi û Ceylan ve ji bo çapê hatiye amadekirin jî wê serdemê ronî dike. Di pirtûkê de agahiyên li ser Baban û Erdelan ên navbera 350 salan dikare bê dîtin. Wî qala erdnîgariya lê, têkoşîna desthilatdariya navxweyî û têkiliyên ligel Osmanî û Îranê li ser xeta dîrokê girtiye dest.
Pirtûka "Siyeru'lu-Ekrad" agahiyên girîng ên serdemeke kurdan, desthilatdariya wan a wê erdnîgariyê pêşkêş dike


