Diyarname
Em vê hefteyê ji bo Klîba Hefteyê hunermend Rojda dikin mêvan. Hunermend Rojda îsal bi albuma xwe ya nû "Siyam" silav li hezkiriyên xwe kir. Di albumê de yek jê tirkî, yên din bi kurdî stranên wekî 'Bejna Kinik', 'Ez im Ez im', 'Dîsa Dîlan', 'Baran Barana', ' Ne oldu', 'Hey lê lê', 'Tu Şîrîn î', 'Çavreşê lê', 'Wey lo Dilo', 'Cemîla', 'Erê Xem', 'Potporî' hene.
Rojda ji albumê wekî yekem klîb ji bo strana "Çavreşê lê" kişand. "Çavreşê lê" stareke gelêrî ye. Em vê klîbê wekî Klîba Hefteyê hildibijêrin û pêşkêşî we dikin.
Fermo: ÇAVREŞÊ LÊ