Diyarname
Amed Sporê qeleparêz Abdullah Yigiter kurtedemek berê da Hatay Sporê û hatibû gotin ku Hatay Sporê 500 hezar TL heqê transferê daye Amed Sporê. Amed Sporê îro bi daxuyaniyeke eşkere kir ku wan mîlyonek TL girtiye.
Amed Sporê di daxuyaniya xwe de gotiye ku qeleparêzê ciwan Abdullah Yigiter ku li tîma jêrin a klûbê gihaye bi awayekî fermî transfera wî ligel Hatay Sporê çêbûye. Klûbê di daxuyaniyê di wisa gotiye, "Ji transfera Abdullah Yigiter klûba me bi temamî 1.000.000 TL (Mîlyonek TL) heqê transferê girtiye û ji transfereke din sedî 15 dê para xwe bigire. Ji bo keda ku Abdullah Yigiter daye klûba me em sipasiya wî dikin û serketinê jêre dixwazin. Em hêvî dikin ev serketina wî dê ji bo fûtbolkarên me yên ciwan bibe mînak."
***
Nûçeya Eleqedar:
- Hatayê qeleparêzê Amed Sporê transfer kir