Diyarname
Li Tirkiyeyê hejmara mebûsên bajaran li gor serjimariyê tê diyarkirin. Niha hejmara mebûsên bajarên kurdan kêm dibe.
Li gor jimartina dawî ya serjimariya bajaran hejmara mebûsên li bajaran kêm dibe. Li Tirkiyeyê 10 bajar ku niha du mebûsên wan hene dê hejmara mebûsên van bajaran dakeveyê yekê. Di nav van bajaran de bajarên kurdên ên wekî Dêrsim, Erdexan û Îdir.
Ji ber ku serjimariya hin bajaran jî zêde bûye hejmara mebûsên wan jî zêde dibe. Li gor vê yê Stenbolê hejmara mebûsan dê ji 70'yî derkeve 85'an, yê Enqereyê ji 29'an derkeve 31'ê û yê Îzmîrê jî ji 24'an derkeve 26'an.
Rewş ev e lê niha meclis dixwaze zagoneke nû derxe û pêşî li vê yekê bigire. Zagona ku bi navê "Zagona Rizgarker" hatiye bi nav kirin ger bê qebûlkirin dê hejmara mebûsên li bajaran ne kêmî du mebûsan be.


