Diyarname
Hunermendê navdar Aramê Dîkran vê carê li Stenbolê derket ser dikê û dilê temaşevanan geş kir.
Aramê Dîkran îsal yekem car hat Tirkiyeyê, pêşî li Festîala Çand û Hunerê ya Amedê konserek mezin pêşkêş kir, vê carê jî li Stenbolê bû. Di salona Le Figaro de ku mişt tije bûbû de Aramê Dîkran û Bulent Turan derketin pêşberî hunerhezan.
Hunermend Bulent Turan pêşî derket ser dikê, gotina "Ji ber ku ez û Apê Aram emê bi hev re li vir konserê bidin ez gelek bi heyecan im" bikar anî û dest bi stranên xwe kir.
Turan stranên xwe yên wekî “Gerînok”, “Felek”, “Qurbana çavên te”, “Amedê”, “Siya bijangên te” pêşkêş kir û sehne teslîmê Aramê Dîkran kir. Dîkran bi çepik û tezahuratên mezin derket ser dikê û dest bi "Bilbilo"yê kir. Dûre stranên xwe yên navdar “Diyarbekir”, “Ey Dîlberê”, “Şev çû”, “Sebra Dilan”, “Yar welatim” pêşkêş kir, du stran jî ji ermenkî xwend. Di dema xwendina "Delal" de hin temaşevan hestiyar bûn, hin giriyan. Hunermend Aramê Dîkran bi stranên xwe yê folklorîk kir, gel rabûn dîlanê û diruşmên "Bijî Aram" bilind bû. Dîkran di heman demê de bi gotina "Emê êdî hev bibînin" mizginiya dê konserê xwe li van deran bidomîne jî pêşkêş kir.
Di konsera ku eleqeyek mezin lê hebû de civaknas Îsmail Beşikçi, Serokê DTP'a Stenbolê Halil Aksoy, parêzer Ercan Karakaş, parêzerên Buroya Asrin Hukukê, Xwediyê Weşanên Pêriyê Ahmet Onal, Sînemager Yusuf Çetin, rêveberên Enstîtuya Kurdî, İHD, NÇM, Komeleya Gokkuşagi, Navenda Çanda Arzela, Dayikên Aştiyê jî amade bûn. Her wiha nivîskarên navdar Yaşar Kemal û Vedat Turkali jî peyam şandin.
Foto: Cemil Oguz
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçeyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçeyên Diyarnameyê qedexe ye.


