Diyarname
Vê hefteyê çar fîlm ketin vîzyonê. Fîlmê "Dengê Bavê Min" ku heta niha hin xelat girtine hêjayî temaşekirinê ye.
Fîlmê derhêner Zeynel Dogan û Orhan Eskikoy "Dengê Bavê Min"* ku çîroka malbateke kurd a ji Mereşê bi zimanekî cuda pêşkêş dike, pêşî di Festîvala Fîlman a Stenbolê de hat nîşandayîn û beşdarî festîvalên din bû. Fîlm heta niha gelek xelat girt û niha di vîzyonê de derket pêşberî temaşevanan.
Fîlm niha li Stenbolê li sînemayên Marmara Forum (Bakirkoy), Altunizane Capitol, Beyoglu Beyoglu, Esentepe Astoria, Kadikoy Atlantis, Nişantayi City Lige; li Enqereyê li Buyulufener (Kizilay), Cinemaksimum û Kizilirmakê; li Enqereyê ASlancak û li Amedê jî li sê sînemayan; Cinemall (Mega Center), Galeria Şehir û Prestige (Ninova Park) tê nîşandayîn.
Kunye:
Nav: Dengê Bavê Min
Derhêner: ORHAN ESKİKOY, ZEYNEL DOGAN
Sazkar: OZGUR DOGAN
Senaryo: ORHAN ESKİKOY
Lîstikvan: ZEYNEL DOGAN (Mehmet), BASÊ DOGAN (Basê), GULİZAR DOGAN (Gülizar)
Vesazkirin: ORHAN ESKİKOY, ÇİÇEK KAHRAMAN
Derhênerê Dîmenê: EMRE ERKMEN
Derhênerên Hunerê: EMRE YURTSEVEN, MERAL EFE
Ziman: Kurdî
Her wiha vê hefteyê digel "Dengê Bavê Min" sê fîlmên din jî têne nîşandayîn:
- Hayalimdeki Aşk (Ruby Sparks) Evîna di xeyala min de
Derhêner: Jonathan Dayton, Valerie Faris
Lîstikvan: Paul Dano, Zoe Kazan, Chris Messina, Annette Bening, Antonio Banderas, Aasif Mandvi, Steve Coogan û Deborah Ann Woll
- Skyfall 007
Derhêner: Sam Mendes
Lîstikvan: Daniel Craig, Javier Bardem, Ralph Fiennes, Naomie Harris, Berenice Marlohe, Ben Whishaw, Albert Finney û Judi Dench
- Evim Sensin (Mala min tu yî)
Derhêner: Ozcan Deniz
Lîstikvan: Ozcan Deniz, Fahriye Evcen, Sait Genay û Ozay Fecht
***
Nûçeyên eleqedar:
- 'Dengê Bavê Min' dengê serdemekê ye
- 'Dengê Bavê Min' bû yekemînê Edeneyê


