Luqman Guldivê
Stran dengê heqîqetan e, qet nebe wisa tê qebûlkirin. Sedema vê jî nisbî jî be jidilbûna gotina wê ye. Ji ber wê jî aliyê dîrokî yê stranan ne elaqedarî reng û awayê rûdana bûyereke dîrokî ye, lê elaqedarî tesîra wê ya li ser ferdên civakeke diyar e ku têgihiştina heqîqetekê li cem wan bi gewde dike. Ev têgihiştina heqîqetê reng û pêkhatina wê civakê tevî tegihiştina heqîqetên din diyar dike. Mirov weke cawekî rengorengo dikare lê bihizire, ev ê di cîh de be.
Ha em vegerin ser stranê û heqîqeta wê. Mirov heqîqetê ava dikin, ji ber wê jî mirov dikare bibêje stranan jî ava dikin. Ne ku ji tine çêdikin, radihêjin kevirên dîwarê wê yek bi yek lê dikin, radihêjin stûn û beştên wê yek bi yek bi cih dikin. Ji bo stranê hostekar divê, ji bo hostekarî ber, kevir û beştên baş divên.
Dema mirov hema rijî behsa bûyerekê bike, hejmaran bide, navê deveran bibêje, navê kesan bibe, ji vê stranek çênabe.
Stran hingê çêdibe, dema bêjerên wê yên wêjeyî û guhdar û heqîqetên guhdaran hev bigirin. Dema xwîşk, dê, destgirtî yan jî hevjîneke mêrekî, dema evîndarek, kurek, bavek li ser birîna xwe binihurîne, ne weke wê ye ku kesekî sêyem û bêrî behsa meseleyê bike. Ji ber wê jî dema dayîna Sînemê behsa serpêhatiya wê dike, heqîqetekê ava dike, û ew heqîqet di dil û mejiyan de cihê xwe digire:
“Ew tişta Mela Abid gotî hemû vir û derewîn e.” Erê bavê Sînem wê dikuje, lê peyama girîng ew e ku gotinên bûne sedema kuştina wê derew in û heqîqet li baskê stranê bar in.
Heger heqîqet ne xwedî dîmenekî berz û bilind be, hingê li xwe kêm dike, ji ber wê jî mekan û zemanê heqîqeta stranan bi vê mezinbûnê tê xemilandin: “Ew roja, Xwedê dinya ava kir, şêhr û pilingên vê dinyayê lê peyda kir”. Ha bi van dîmenên zeman û mekanî hostekar dikare heqîqeta xwe bedewtir û zexmtir ava bike.
Di stranan de mirov heqîqetê ji êşan, ji çêjan, ji kirêtiyan û ji bedewiyan diafirînin; ji mirinê û ji zanê, ji şikestinê û serketinê, ji terqîn û berxwedanê.
“Şêrînê bi sê denga gazî dike, Memo lo lawo, bejna Memê min nayê, Wê serê kewê sorî sosinî jêkin, vê derê ne ocax li yê wê xodayê Bexdayê” Ha vê hewara Dawûdê Dawûd, bavê Hadî û kekê Eyşanê, Şêrînê bi dengê stranbêjan dike heqîqet û heta bi roja me ya îro tîne di nava civaka Êzîdî de. Avakirina heqîqetê ji ber vê yekê hostekariyek e ku berhema wê bi dehsalan û heta bi sedsalan li ser xwe dimîne û tesîrê li ferd û civakan dike. Ev awayê avakirina heqîqetê îro jî heye û divê îro jî bi hostekariyê were kirin, ne bi xeşîmiyê. Lewre xeşîmî stûnê şikestî ye ji avahiya heqîqetê re, ti ban û esreq xwe li ser van stûna nagire û ti kes di bin banê avahiyên van heqîqetan de nikare bistire.
Ji ber wê jî di heqîqeta stranê de hewara starê jî heye; starek ji bo ku mirov xwe ji derew û neheqiyê vede, bide alî û bistirîne. Di van formên min li jor behsa wan kirî de efsûneke xwedayî heye ku barê heqîqetê rehettir dide hilgirtin û heqîqetê ji bo gelek nifşan li ser biyan digire. Nabe ku civaka me ya îro xwe ji vî aliyê heqîqetê dûr bixe, nabe ku em stranên xwe ji vê heqîqetê bişon û bêrî bikin. Ji bo hostekariyê rêyeke dualî heye; rêûresm û afirînerî. Kî xwe dide ber vî barî, bila baş bike vî karî.
28.04.2016, Yenî Ozgur Polîtîka


