Diyarname
Pirtûkeke nû bi navê "Xerîbên Biyanî Di Diyaspora Almanyayê de Nifşên Yekemîn ên Kurdên Koçber" hat weşandin. Pirtûk ji aliyê Avdo Karataş ve hatiye amadekirin û ji Weşanên Nûbiharê derketiye.
Berî salan bi navê "Kurdên Almanyayê" Zekî Ozmen li ser dîroka kurdên ku koçî Almanyayê kiribû pirtûkek amade kiribû û weşandibû. Niha pirtûkeke din li ser kurdên çûne Almanyayê hat amadekirinbb Avdo Karataş li ser nifşê pêşî yê kurdên ku çûne Almanyayê lêkolîna xwe kiriye û pirtûk weşandiye.
Li Almanyayê bi mîlyonan kurd dijîn. Dîsa li gor hin agahiyan îro li Almanyayê nêzîkî 46 hezar kargehên kurdan hene û salê bi qasî 20 mîlyar Euro cîroya wan heye.
Li ser kurdên ALmanyayê lêkolîn her didomin ku pirtûka niha li ber dest yek ji wan e.
Di pirtûkê de li ser rewşa nifşên yekemîn û mijarên bi wan re têkildar agahî hatine pêşkêşkirin.
Avdo Karataş kî ye?
Avdo Karatas di sala 1974'an de li Hezexê hatiye dinê. Dibistana seretayî li Hezexê, ya navîn li Aydinê, ya amadeyî jî li Nigdeyê xwendiye. Wî li Zanîngeha Enqereyê Beşa Fakulteya Ziman, Dîrok Erdnîgarî xwendiye û düre li Zanîngeha Hacettepeyê de master kiriye.
Karataş di zanîngeha Albert Ludwig ya Freiburgê de dest bi doktora kiriye, lê ji ber sedemên cur bi cur hê bi dawî neaniye.
Di kovarên curbicur de nivîsên Karataş derketine. Di sala 2019'an de pirtûkeke wî bi navê "Diyasporada Kurt Gençliginin Kimlik Gelişimi" bi tirkî ji weşanên Tozê derketiye.
Karataş li ALmanyayê dijî û ev pirtûka wî ya yekem a bi kurdî ye.
***
Hin nivîsên li ser kurdên Almanyayê:
- 2024'an de hejmara kurdên li Almanyayê serî li penaberiyê dan diyar bû
- Werin em "Kurdên Almanyayê" nas bikin
- 'Kurdên li Almanyayê' yan 'Kurdên Almanyayê'?
- Nêzîkî 90 hezar kurdan li Almanyê serî li penaberiyê dan
- Almanya hêjî kurdan dikşîne xwe!
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.