Fêrgîn Melîk Aykoç
Peyva “hefte” ji hêjmara heft tê, ne tenê di zimanê Arî/îranî de di gelek zimanên din de jî, wisa tê bikaranîn. Bes navê rojan li gor herêman hin rengên cuda wergirtine. Ji ber bandora farsî di hin devokan de forma kevn wenda kirine, wekî farsî bi awayê “şembe”. Di hin devokan de jî tîpa “û / î” ketiye bi awayê “şem” li hin deveran jî hê bi forma orjînal “şemû/şemî” tê bikaranîn.
Li gor daneyên berdest; cara yekem di dema Babîlan de li gor stêrk û gerstêrkên bi çavan dihatin dîtin û nasîn, ev roj hatine tespîtkirin. Ji ber ku roj bi awayekî peryodîk û bê navber, sibehê derdiket û êvarê diçû ava, Babîlan ev wek bingeh negirtine. Ezman û stêrkên ezman wek bingeh girtine, Jixwe navê her stêrk û gerstêrkek navê xwedayê Babîlan bû û her rojek ji bo xwedayek hatiye hilbijartin. Mînak: Navê rojê “Şamaş” û navê xwedayê rojê jî “Şamaş” bû. Gelek balkêş e, di baweriya Kurdên Êzîdî de jî navê heft ferîşteyan heye.
Babîlan ji ezman re “şamû /şemû” digotin û ev peyva ezman ango “şemû” wek bingeh girtin. Li gor biriqîn û xuyakirina stêrk û gerstêrkan jî ji rojê destpêkirin û hetanî Keywanê çûn. Navê wan gerstêrkên wê demê dihat zanîn û navê rojan li gor rêza wê demê bi kurdî wiha ne:
roj, rûz, xor “Sonne” (yekşemî)
hîv, heyv, aşmeh “Mond” (duşemî)
tîr, tîrexor “Merkur” (sêşemî)
gelawêj “Venus” (çarşemî)
behrem “Mars” (pêncşemî)
bercîs “Jupiter” (înî)
keywan “Saturn” (şemî)
Têbinî: Peyvên “sept û lehd” peyvên suryan/erebî ne.
Ev pergala rojan ya Babîlan ta wê demê (Berî Mîladê) di tevahiya Rojhilata Navîn de rûniştiye. Eşîrên Kurdan jî ew peyva akadî/ babîlî “şemû” (Ezman) bê guhertinekê wergirtine. Dibe ku di destpêkê de wek “şemû” pişt re jî “şemî” hatibe bikaranîn. Forma “şembe/doşembe” forma farisî ye.
Em baş dizanin ku her ziman li gor ahenga zimên teşe didin peyvên biyanî. Ji wê jî li gor ahenga zimanê kurdî xuya dibe ku “şamû” ta di destpêkê de wek “şemî” di ziman de cih girtiye. Li gel wê divê em vê jî bêjin; “têkiliya peyva “şemî” yê bi “şems” a erebî re tune. Jixwe “şemsa” erebî jî ji “şamaşa” akadî hatiye wergirtin. Li gor akadî/babîlî erebî zimanekî nû ye. Ne zimanekî pir kevnar e. Gelek gotinên aramî /akadî, girêkî, arî/îranî û kiptî wergirtiye.
Çavkanî
http://www.kalari-zentrum.de/index_htm_files/Wochentage.pdf
http://publikationen.badw.de/de/003263390.pdf
Innsbrücker Sumerische Akadische Lexikon (ji Zanîngeha Înnsbrückê)
12.10.2018, Yenî Ozgur Polîtîka


