Diyarname
Hevserokê HDP'ê Selahattin Demîrtaş li Amedê di Newrozê de axivî. Vane hin notên ji axaftina Demîrtaş:
- Sê salan me hêviyên aştiyê dan gelên li Rojhilata Navîn, me mizgiriya rêya diçe aştiyê da gelan û wisa Newroz pîroz kir lê îro ligel mirinan em Newrozê pîroz dikin. Sê salan me ev dît: Em li dor rêgezên wekheviyê bên ba hev aştî mimkûn e. Îro li Amedê ligel her tiştî wekî Newroza Aştiyê ev xwe nîşanî dinyayê dide.
- Bêşik em ne bêkok in û em ne gelekî ne ku îro derketibin holê. Eynî wekî Newrozê, wekî rihê Kawa tiştê me digihîne hev heye. Îro zarokên Botanê, zarokên Mîr Bedirxan çawa silavê li zarokên Şêx Seîd dikin; hevrêyên Seyîd Riza ji Dêrsimê, neviyên Qazî Mihemed, neviyên Mele Mistefa, hevrêyên Elî Şêr û Zarîfe çawa ji bo me mîrateyek hiştiye, me jî ji Kobanî yê Arîn Mîrkan, ji Cîzîrê yê Mehmet Tunç, ji Silopî jî nameya Sêvê kir yek, wekî nameyek aştiyê ji bo Serok Apo dişînin Îmraliyê. Ew rêya aştiyê ku we honandibû, em girêdayî wê rêya we we di Peymana Dolmabahçeyê de anî ziman in.
Em di rêgezên demokratîk de bên ba hev
- Bi rêyên dijdemokratîk, derveyî hiqûqê em nikarin bên ba hev. Tiştê me bîne ba hev rêya hiqûq, rêya demokrasiyê ye. Li Rojhilata Navîn serdemeke dîrokî tê jiyîn. Gelek derdor hene diwazin li gor xwe dîzayn bikin, em hay ji vê hene û li gor vê têdikoşin. Lê li Enqereyê ên ku welat bi rê ve dibin daxwazên gel wekî tehdîd dibînin bi vî awayî aştî zor e. Ger em dixwazin bi hev re bimeşin wê çaxê em di rêgezên demokratîk de bên ba hev. Li Enqereyê ev aqil kêm dixuye û hemû pêvajoyê şaş dixwîne. Gelê kurd bêyî bitirse wekî hemû gelan dixwaze bi awayekî azad bijî. Gelê kurd ne ji kesî tiştek dixwaze, tiştê yê wan e û hatiye dizîn dixwaze. Gelê Amedê ev peyam da, divê baş bê xwendin.
- Ji bo xwestina aştiyê û ji bo dengê aştiyê bilindtir bibe divê dengê bombe û çekan bê birîn. Em ligel hemû hevalên xwe ji bo careke din maseya aştiyê saz bibe em amade ne ku însiyatîfê bigirin ser milên xwe. Ev yek dilpolayiyê dixwaze.
- Ev yek êdî divê bê dîtin, AKP êdî ne partiyek her kesî bîne ba hev e.
Em bibin pêşengên aştiyê
- Dema kurd bigihîjin mafên xwe yên xwezayî wê çaxê dê Tirkiye bibe demokratîk. Wê çaxê emê bikaribin ji bo birîna birayên xwe yên li Sûriyeyê bibin derban. Ji bo hemû erdnîgariyê emê bikaribin bibin pêşengê aştiyê. Yên ku neyartiya kurdan dikin, ji bo kurd li Rojavayê mafan bi dest nexin siyasetê saz dikin bila bizanibin ew bi xwe jî, her kes winda dike.
- Gere em ji kêmasiyên pêvajoya aştiyê ya dema dawî dersê derxin, em wan kêmasiyan bêtirs deynin ser maseyên û rê bidomînin. Ger siyaset nikaribe vê pêk bîne li wê derê bêsiyasetî heye. Em ji bo vê yekê hatin hilbijartin, êşa gelê me, birîna wê kûr e. Helbet ev berxwedan heta bi ser bikeve dê bidome. lê gere ev bê fêmkirin. Kurd îro ji bo şer gur bibe ber xwe nade, ji bo aştiyê li dijî şer ber xwe bide. Di pirtûka me de bi paş ve veger tune ye. Dibêjin qey dê berdêl bi me bidin dayîn û emê bi paş ve gav biavêjin, lê qet ji dîrokê ders negirtine.
Newroza Amedê careke din rê li ber me vekir
- Di dema ku siyaset ew qas xitimiye de caye Newroza Amedê careke din rê li ber me vedike. Her kesê li vê derê rêya çareseriyê nîşan dide. Bi tirsê û bi tirsandinê qet hûn nikarin tiştekî çareser bikin.Em di dîroka xwe ya siyasî de her li çareseriyên adilane geriyan. Me li dijî kesî neyartî nekir lê li hemberî kesên neyartiya me kir em serbilind sekinîn.Ger aqilê dewletê bêferesat mabe, bi kîn û nefretê tevdigere wê çaxê gelê xwe ber bi felaketê ve dibe. Di demên wisa de tiştê muhîm mirov bi aqil tevbigere. Yê me pêşniyarên me yên çareseriyê hene. Yên guh nede wan û polîtîkaya tasfiyeyê bi rê ve bibe dê bi kesî nede qezenc kirin.
Tu fêdeya operasyonan nîn e
- HDP li ser van rêgezan hatiye avakirin, bêyî înkara mafên kurdan, mafên tirkan hatiye avakirin. Êrîşa vê bingehê bêçareserîbûn e. Îro tu partî gotina aştiyê naxe devê xwe. Ji partiyên dibêjin hê zêdetir şer, hê zêdetir operasyon tu fêdeya wan ji bo Tirkiyeyê çênabe.
- Yên dixwazin pêşî li me bigirin, ji me 3-5 dengan bigirin bibin hay jê tune ne ku keştiya lê siwar bûne noqav dibe.
- Modela xwerêvebirinê, li hemberî navendîbûnê, li hemberî yek ziman û li hemberî rêberiya bi tenê kesekî xeteke ku hatiye avakirin. Mezinkirina HDP'ê mezinkirina çareseriyê ye. Em dixwazin vê Newrozê bikin wesîleya çareseriyê.
Roj dê emê rojên azad diyarî zarokên xwe bikin
- Li hemberî kuştina zarokên gelê xwe emê çavên xwe negirin. Ev can heta hebe dê ji bo aştiyê hewl bide. Gere her kes, Enqere jî ev dengê ji Newroza Amedê derketiye baş bibihîze, Me kir bitirsînin, teslîm bigirin çênebû. Hê zêdetir israr nekin. Werin em aştiyê diyarî gelan bikin. Bila diya kurdan jî, diya tirkan jî negirî. Bêyî em ew hesta 3 Newrozên dawî ji bîr bikin em bi hev re mercên aştî û muzakereyê saz bikin. Gotinên di vê rojê de têne gotin muhîm in. Lê ger gotina me bi qîmet be bila bikeve pratîkê. Tiştê muhîm ne xweş axaftin e, çalakiya xweş e. Helbet dê roj bê emê rojên azad diyarî zarokên xwe yên ku me winda kirine bikin. Bila Xwedê me yekî jî li hemberî gele me mehcûb neke.
**
Nûçeyên eleqedar:
-
- Her dera Stenbolê bûye berxwedan û Newroz


