Diyarname
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres îro çû Hewlêrê û ligel Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir.
Guterres duh li Bexdayê bû û îro jî daket Hewlêrê. Hat gotin ku li ser nakokiyên siyasî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de wî dîtinên xwe anîne ziman.
Li bendê ne ku berî vegerê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ew qala hevdîtinên xwe yên li vê derê bike.