Ar-da Janxwar
“romana karekterê problematik,hêmanek erênî îma dike.”
Emma Goldman
Li ser van hîman roman
1-Zaningeh û Takekesî
2- Sermest M. –xwe, kuşt in- û –a- Jar T.
Diherike
“hunermendek di berhema xwe de dinyayekê diafirîne. Du cûre pirsên cihê dikare li ser dinya wî bê pirsin .Yekem ev çi cûre dinya ye-binyada wê çi ye,sînorên derfetê wê çi ne,mantiqa hundirîn a hilberandina wê çi ye-?Duyem,ev dinya ku hunermend afirandiye çawa bi dinya ku ew tê de dijî vê tê girêdan” Martin Heidegger
Zanîngeh û Takekesî
Roman di nava 13 de rojan de hatiye nivîsandin û di 5 rojên hefteyê de sermijarî xuluqandîye nava qada çapê.
Vebêjerê romanê çîroka çîçirokên xwe bi qinaba rojan pênç morîkên demê (şemî,yekşemî,duşemî,sêşemî,çarşemî) di xewara guhê egoya xwe de , li ser benê bi pêlên êşên “eza xwe” xwe,xwe li ser benê şewata arizî dişewitîne û çawa ji kewara dile xwe ,xwe ne’qewirandi ye? xwekuştina Sermest M. û êşa tîna tunebûna dildarê wî Heteresexûel Jar T. çawa ji pêxîra xwe ,ew xelaskiriye?Derûnîya xwe,didewlîne binyada bin qilafetên peyvên Jar ,didebirirîne bin rûyê qafê derûnîya xwe yî qaotîk .
Şîroveya Lehengan
“Divê çîrok hemû şertên binyadî bide xwenevan ku wek çavkaniyek pêbawer bê nîrxandin.”
Haşim Ahmedzade
Jar tê mala wî jibo xebata wêneçêkêrîyê û paşê bi hevre meyê vedixwe û dikeve paxila hev .Piştî heşê wan tê sere wan .Sermest M. poşman dibe.Lê jar nedigo ez poşmanim û min ne bi serxweşîyê,bi hiş û bi dil kiriye.Sermest M.jî ket nava paradoksa homoseksûwelîyî û heteroseksuwelîyê.Şerm û fedîya vê û ji aliye din jî hezkirina wî ya veşirtî ya li hember Jêr.Barê wî girantir dikir.Ya mirina wî ya jî a Jêr T.Plan çêkir û Jar T.kuşt.Lê mirina wî ew ji nav vê paradoks û gerînekê dernexist rp:100(Ev paradoksa di hundurê wî de Jêr derdixe.Jêr Qaotîka bin heşê wî ye.Jar T. ne homoseksûwell û ne jî heteroseksuwel ji ber ku tenê ji mêra hez dike ango Gey e)
-Çima Jar T. xwastîye xwe bukuje?-tenê em dizane pirtukek li ser êşa Warther xwandiye û lêkolîn li ser nîvîskarê navdar yên xwe kuştune kiri ye-Lawik kurê malê yê delalî ye û lawê mala bavê xwe ,tenê ew e-Jar T.- ye.Em dizanin ne yekî vala ye jî mînakek ji axaftina wî” heta ku zarok dibe sê-çar salî hîn nuh ji aliye zarokî ve têkîlîyek hîsî li hemberî bavê dest pêdikê û di çêkirina vî zarokî de;ger zarok nan be,dê;arde ,bav: hevîr tirşe rp:93”Çima Depresîf e,Newrotîk e? Ne belîye.Ev jî alîkî qerekterê me xumamî dike.Û me têr nake ku em derheqê vî lehengî de têrtişt bizanibe.
“wêneyek li ba min daserhevkirina jêbir û havîtina wan e"
Paplo Picaso
-Teswîra-şayesandina qarektera xweşh dideribîne.Mînak;
“temenê doçente zanîngehê dor pêncî salî bû.Mêrikekî kin û tije,devê wî giran û di dersa xwe de otoriter bû. Tolerans nedida tukesî.Diket dersa xwe ,li dû hev yek bi yek gotinên xwe rêz dikirin.Ger xwendekarekî pirsek ji wî bikira ,bi awayekî fermî bersiv didayê.Ji xeynî naveroka dersê ,bi xwendekaran qet nediket nava têkîlîyên polîtîk, civakî û hunerî.Bi wan re rûvekirî nedibû.Ji berî vî tebîetê wî,ew di nava xwendekaran de nedihat hezkirin û antipatik dihat dîtin” rp:71 (derbarê perwerdehîya antî-demoqratîk de û ku zanîngeh cihekî xwe(lî)ser e vê de baş dide raçavî me)
-Wekî ku roman piçekî di bêhna dahla metafizikê werbûye. Û carna jî berê xwe daye qibleya meteryalîzmê .Ji ber ku dinya ji heft roja xuluqîye teswîr dike û “hema em bêje bi kêlîya dawîyê bûye wek rismekî ne temam kirî “li hemana maye ku xwe jê xelas bike.Belbî jî xwastiye ev dîmen di mecîyê me de bê çêkirin.Belbî jî çend cara di erê naya -jêbir û dîsa nivîsandinê- de maye.Ji ber ku(şemî,yekşem,düsem,sêşem,çarşem,…..-(pênçşem), (în),tunene,ev jî wek e tabloya Paûl Cêzane, ku tabloyek ne temamkirî di mecîyê min de çê kir-)
-Min çû ji goristana qralan zîro girtin û zîroyên vê goristanê goştê canê qralên me yên mirî xwaribûn.min jî çû bi wan zîroyan masî girtin.masîyan jî ew zîro xwarin û min jî ew masîyên zîro xwarinbûn,pijirandin û xwarin,ji lewra qral derbasî zîro,ji zîrojî derbasî mêsî û ji mêsî jî derbasî mahdê min bû-rp;65(dîyalektîzma jîyanê)
“hilberîn û wêje ,ewil bi devoka herêmî xwe diafirîne.Nivîskar ewil ji nav rezê xwe ,xwe xwedî dike û mezin dibe .Lê rezê cîranê we ,ancax we di hundurê qutîkê de qebûl dike”
Michel foucault
Lehengên(qarekterê) Romanê û şîroveya qerekteran
Sermest M., Jar T.Sîdar, Cemal, Leyla, Rona, Dilşêd
“ya ku cihana tiştan diafirîne cihana peyvan e”
Jacques Lacan
-peyvên can û herêmkî û ciwan bikaranî ye
mînak;”derdilk,mestere,peyarêk,nîka,fiskirand,tog,xwurînî,geremoj,benderê,gewimok,sof, şipya,gemardank,maltin,kumuşî,sereb,tebat,digeviz,balgêf,jar,verşok,xilmaş,ziq,çiroz,telqîn, vebişirî,rami,qirpand,pijiqî,hilco,qelemzirîç,qelp,şîrqeşîrq,daw,derling,çelqîn,şapat,peşk, cimcim,fahş,tengal,hîrehîr,kertek,bêvil,tisî,kurusandin,giş,deng,çepil,şitexil,qest,tengijî,zend,carna,bêş,qudûm,herkê,çepil,tahmsar,çilapek,bêceme,pêjgir,qederekê,pixud,niqirîsk,qudûm,nedawî, şewt,xwînî,keribî,tebîet,nepixî,parzemîn,xulq,xar,qerrimî,hol,xewle,terikandin, gûzan,qewir,lez,ziqat,hedimî,şerpeze,perxane,şadî,xiroşpiroş,xirpişan,gerînek,….û hwd”
-Romanek ,trajedîya êşa takekesî yê modern dide der.Lê lehengên romanê him êşa hestên zayendî û him êşa ku hîn di takekesîya xwe de kamil nebûna dikişine.Takekesî çivek e derûnî ya modernîteyê ye.Lê bi jîyîna xwe yî nava romanê ne bi serê xwe ye ,erê wê êşê dikişine û hîn ew metamorfoz xelasnekirî ye vebêjer tenê bi fikir li ser wî hukum kiriye .Lê di jîyînê de kesekî bi her awayî nexweş e. Ji tu tiştî hez nake ji xêndî vexwarina cixarê û bi pevre şabûna hevala xwe re. Ew jî bi xeyalek ku keçek 17 salî be pêr şa dibe”Ji ba polîsan îfedaya xwe da şûnde li nava kolanê çav keçikek bedew dikeve û wê tîne xeyalên xwe yî bi hev şabûnê “rp:108
- “kî dibêje narize? Va ye ez rizîyam Charlie,ez rizîyam.Ez ne tac û text im û ne jî gopal û pêlav,lê ez cardin jî rizîyam.Roj bi roj li ber çavên te riziyam Charlie.Bi tenê tu bû şahîdê rizîna min.Ma gelo ev buxudandina te ,ji ber li berketina rizadina min tê rûyê te?dibe ku tu carî gopal,şewqe û pêlava te nerize,lê ez rizîyam Jar ,li bin axê, ez li ser axê rizîyam” rp,61 ( Li gor min ,Jar T. qerekterê bin hişê Sermest M.ye.Sermest M .bi vê re dikeve şer û reng û sifetê Jar T. digire.Dibe kesekî newrotîk,agresif,behecok.Radibe û rûdinê li xwe mukurhatina kuştuna wî ye û carna poşman dibe ,carna jî xwe handana xwe kuştunê dike heta vêya ji xwew û xwe,ji wêneyê Charlie Chaplin yê oda wî ve daliqî dipirse û kelîkekê satîrîk dide mere.Numuneye helbesta Şerkô Bêkes ya li bin posterê Charlie Chaplin li dîwêr aliqandî ye û bi wê nûmuneya helbestê gazinc û lawayê xwe tîne ziman ev sêwirandina xwendina metnê û ekildana ziman xweşh kirîye)
“gelo nivîskar dibe ku ji bo tenê derzê bide “lehengên xwe” xerc bike?”
Semih Gumuş
Hevokên ku binyada wan Tirkî û pevên cihê xwe negirtî û hin kêmasînên din
1- Çawa ez ewqas çilmisî me? Rp;9(nasıl böyle solmuşum-lê çilmisandin li vê hevokê rûneniştiye û hevok nemahindiye beloq dimîne) Di pîyalê de nivco av hebû rp:6(yarım bardak su vardı)
2-Veya aniha ji mecîyê min e rp;11(gelo vêya ye ,ya veya ye?-lê ez bawerim,tîpa”ê” ji ber qlawya tirkî wergerîyaye “e”yê-û qey bala e-dît-tor jî nekişandîye .Ji ber ku li gelek cîya lê rasthatim )
3- Perê girs rp;16(perê gir e an ê girs e-ya jî ji dêvla wê perê hur tuneye-)
4- Çavên Dilşêd di valahîyê aliqî -rp;21-(gözleri boşlukta kaldı),gotina wî di nêvîde ma(konuşması yarıda kaldı)
5- Bêdeng tevdigerîya rp:26(sesizce geziyordu)
6- Di nêrinek kinde rp:27(kisa bir sürede)
7- Di nava de-ryayê de rp;40(ji ber çavê edîtor re revîya ye)
8- Di lig de vegerîya rp:43(gelo ne di nig de vegerîya an ling be)
9- Hevoka xwe nîvco birî rp:36-an bigota peyva xwe nêvî birî-(cümlesini yarıda kesti)
10- Bêdengî xera kir :rp 36(sesizliği bozdu)
11- Leyla ,keçek bêdewû xweşik bû rp;37(bedew e an bêdew e?)
12- Dil-şad ket hundir rp:37(ev xêza navbêr xistin hey ku bi zanetî be wateyên xwe cûrbe cûr dike ew jî tiştekê baş e ku jibo hizirandina mirov)
13—Jar T. di demsala biharê de mir rp:55(ka hatibû fetisandin an kuştun)
14--Rona li Sermêst nihêrî.Xwe bêkes,sêwî û rût hîs kir rp;55(peyva rût –li şuna tazî yê bi kar tîne ango tiştek lê tune-mînak rût û tazî-hevokê beloq dike.Di çavê mere de dehere ev peyva “rût” -û li vir runeniştî ye.-)
15- Nepixî nepixî meşîya rp:72(xwe dinepixand û dimeşîya-kendini şişire şişire yürüyordu-)
16- Hêvî heta cihekî pere dike:rp 77(umut bir yere kadar para eder)
17- Lê dîsa jî kêm dimîne hemû qalkirin rp:97-98(gene de bahsedilmekten eksik kalırdı)
18- Ji xewa sibehê giran giran û qerimî hişyar dibû rp;102(sabah uykusundan ağır ağır ve yorgun uyanıyordu)
19- Dirêj dirêj û giran giran dest bi mêtina gûhê wê kir p:112(uzun uzun ve ağır ağır kulakları emiyordu)
“têkîlîya di navbera rasteqîn û ya honakî, problematik e.Honak ne tenê dubarekirin an navbêjkirin a rastîyê ye,lê rûdana rastiyê ya di hişê hunermend de ye ku di pêvajoyek tevlihev û tesîrgirtî de ew li gor qabîlyeta xwe li ser dixebite”
Haşîm Ahmedzade
Hêma û Ziman û şîrove yê çend nûmûneyên metnan
1-“niha li malê bû .Çû mitbexê qahwe çêkir û vexwar.Xwe li ser piştê teva kincên xwe avêt nava nivîna.Çavên xwe li hundur gerand .Çima mirin kete bîrê û gera mirinê li odê……”……paşê li derî dikeve û ew ji xewê hişyar dibe” rp:82(gelo kîja navberê de xew çû? ka şîyrabû û bi mirinê û li gera mirinê dinêrî!-hema bigota bû puxpuxa wî meye fêm bikira )
2-Piştî hatina polîsa tê mala wî dibêje sibê ya jî dema te yî vala çêbû were qereqolê,piştî çûyina polîsa şûnde bi xwere û Jar re diaxive li ber derî bi xewxwe, paşê vedigere hundur û tebatî nayê xwe davê je derve –hîn şeve nebûye sibe ,lê em dinere derdikeve derve camêr tew roj ber bi êvarî diherike rp:84 (serê nivêskêr tevî hev bûye di alî demê re)
3- Sermest hêvî miçiqîye û tu hêvîyê nade Ronya(hezkirîya wî) li pê xwekuştinê ye û xwe tawanbar dibîne li hember Jêr(lê ev dubendîyeke jîyanê jî li hêlekê hêvî li hêlek din bêhêvî-Ronya alîyê wîyê derve ye da ku belbî hêvîyekê jêre çêkê ,Jêr jî bêhêvîya wî ye nexweşhe ya di hundurde ye an jî derûnîya wî ye nexweşh e û her ku Ronya dibîne wî dibe hemberî û li haybûna êşên xwe mere kare bêje Ronya ;parzûnandina ya Sermest li hember qirêjê jîyanê ye an jî mirêka li xwe mukurhatinê ye, ya jî darizandina fikrên bedbînîyê yê di qafê Sermest dene, derdike û tim aj dide )-Ronya ,gûzanê tengijîya derûnîya wî ye.Lê têrê nakê
4-Lehengên romanê ewil bi navê Sermest û Jar destpê dikê ,paşê nêzîkî dawîya romanê Sermest M.,Jar T. navê wanî esil xûya dibe –ev jî bi rêbaz û awayek pir qerekter barê bala mere qelebalix dike û cûdahîyek xweşh dide rengên qerekteran-
5- Hatina hechecîka biharê tîne,çûyin jî payiz tîne(hechecêk ,hêmayek xweşh e)
“Her kitêb hew aîdî wêjeyê ye.Tiştê ku hatiye nivîsî kitêp an ne kitêb e bi form û rêbazê wêjeyê ve kişf dibe” Maurice Blanchot
6- Dara sêvê û li ber serê tirbê û sêva darê(hêmaya sêvê û qert kirina ji alî mêr ve watedar e)rp;10
7- Di nava rêzên goran de derbas dibû .Li ber gorekê darek sêvan hatibû çandin.Ew darek mezin bû ,weha xûya bû ku ,ger ew dar ne sêrbûya,niha ber dabûya.Gava sêv bi vê darê ve dihat û kesên dihatin goristanê ji sêvên vê darê jê dikir û dixwarin rp;10(ka ev dara sêr bû êdî çawa tê dar sêv girt-qey gulîyek sêr e ,gûlîyek bi ber e- dara sêvê ;hêmayek him jin e him jî mêr e,sêva wê jî dil e)
8- Jin bi tevgerên xwe hestên xwe bi rehetî didin der:wê gavê hestên wan çawa bin ,veya- Rp;12 (gelo veya ye an vêya ye)-bi tevgerên xwe jî didin xûyakirin.Lê mêr ne mîna wan in: ew ne ji bêhesûdbûn û mêrxasîya wan e;heywanê wan ji vî alî kêm e.Ji ber heywanê wan kêm e;hestên xwe ,bi temamî nikarin eşkere bikin rp;12(heywanê wan ji vî alî kêm e ..gelo di vê hevokê dixwaze bibê’j çi? )
9- Pîreka xêrat-ez bi pereyan ,li ser ruhê mirîyan Yasîn û Qurranê dixwînim –rp;13(nişana ruhê qapîtalê ye)piştî wextekê êdî mirin jêre weke tiştekî ji rêzê tê –heta zarok û dîya wê jî li wire mezelê wan û ser wan jî naxwîne-jiber ku nan di meytê wan de tuneye.Çavê wê tim li rêya darbesta mirîya be.(weke ku mirin,kuştin,skence an jî ûjdan ,êdî bive tiştekî ji rêzê)-Hêmaya “pîreka xêrat” delal e
10-“ ez li ser tabloyekê weha dixebitim ku,hetanî îro min di wênesazîya xwe de ,arz û stîleke weha hîn bi kar neanîye û nêta min ji îro û pê ve heye,ez vê şêwazê bi kar bînim. Gava ku tu rîskê nede ber çavên hunera xwe ,tu pêşde naçe. rp:32(bi kîjan wehayê gelo? gelo kîjan şêwaza? Û tu beşa wênesazîyê jî dixwîne ?lê te navê şêwaza xwe lê nekirîye û tu qala rîska hunerê dike?”mînaka Wan Gogh û xebata wî û eşqa li karê wî dide”.lê ev mînak ne li cî ye an ciyê şêwazê nagre-lewra qerekter Dilşêd,qala şêwazek nuh dike an jî em kare bêje gelo ka şêwaza te yî berê çibû ?persiva wêjî tuneye.risk û huner;di kesayetîya wênesaz Dilşêd de tîne ziman ku ev rîska ku bi ava û teşeyê û bi sêwirandinê mirov kare mînak bide) ,”lê ez vêya bi rehetî dikarim bêjim ku,ji alî çêkirinê bêqusure.Sîmetrîya wê,stendina perspektîfê û xetên wê gellekî baş in.Te pîroz dikim”rp:49(Dilşêd beşa Wênesazî yê dixwîne.Lê belê nîvîskar , Sermest M. wer di hundurê metnê de buxbuxandî ye .Mirov dibêje qey Sermest M.ew vê beşê dixwîne û hew navêbeşa wênesazî yê wek qalikekî li ser lehengên me yî Dilşêd ma ye. Hertişt epişandi ye devê meci yê Sermest M.,fereseta wî, bi her cure yê pirsê xetimandiye)
11- -Jar T. çima jibo xwe bukuje an li xwe kuştunek nav û deng digerî ya ?sedem û qesta wî li holê tuneye.Lê hew em dizane depresîf û melenqolîke.
12-Sermest M.Beşa wî yî zanîngehê ne kifşe.Hew em dizan e di nav axaftinê wî de pola sisîya de ye.û hew jê pêv em tiştekî nizane.
13-Bêtir vebêjer beyî ku serî li amraz(amûr) û teknîkên grîng ên wêjeyî bidin,carbicar babetên xwe yên îdeolojîk bi lehengên xwe didin pejirandin û pir caran ji dêvla lehengên xwe ,axivîye
14-Dîyalog qels in û vebêjer,jibo romanê ji xwendevan re vebêje her tim midaxale dike
15-Layla û Rona bin sîya mêr de maye-axaftinên mêr ji yên jina pirtirin-
16--Roman mere kare bêje bi metaforik,îdealîstîk,fantezi û polîsî dikare bê tarîfkirin
17-Romanek zimanê wê xwerû ye,herîkbar e,can û rihê wê teze ye .Romana nivîskar a ewile
Jar Lê Sermest / Loqman Ayebe / Weşanên Belkî
***


