Diyarname
Dadgeha Zagona Bingehîn a Tirkiyeyê ji bo demek bloke danî ser pereyên ku HDP’ê dê ji xezîneyê bigirta. Îro 15 baroyên bajarên kurdan bi daxuyaniyeke nivîskî rexne kirin û gotin ku ev biryar mudexeleya hilbijartinê ye.
Baroyên Amed, Agirî, Çewlik, Colemêrg, Bedlîs, Dêrsim, Êlih, Mêrdîn, Mûş, Qers, Riha, Sêrt, Semsûr, Şernex û Wan dijî biryara dadgehê daxuyaniya nivîskî belav kirin.
Baroyan biryara dadgehê wekî dijî hukmên Zagona Bingehîn nirxandin û gotin, “Ev biryar ji aliyê pêşeroj û demokrasiya Tirkiyeyê ve talûkeyek mezin e, dijî Zagona Bingehîn û zagonan e. Em ban dikin ku dest ji vî biryarê berdin.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Dadgehê dest danîn ser pereyên HDP’ê


