Diyarname
Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) ya Tirkiyeyê ji bo kanalên kurdî bêne girtin li Fransayê ligel Eutelsatê ket nava hewldanan.
RTUK îdîa dike ku sê kanalên kurdan News Channel Tv, Ronahî TV û Stêrk TV li hemberî Tirkiyeyê weşanê dikin û ji bo bêne girtin ligel rayedarên şîrketa fransiz Eutelsatê têkilî danî. RTUK dixwaze lîsansa her sê kanalan bê betalkirin û ew bêne girtin.
RTUK berê jî ligel Eutelsat ketibû nava têkiliyê, jê xwestibû Med Nûçe TV û Newroz TV bêne girtin. Kanalê biryara girtina wan dabû, dûre doz biribûn dadgehê. Dadgehê girtina kanalan betal kiribû lê şîrketê dîsa pirsgirêk derxistibûn pêşberî van kanalan.