Diyarname
Şaredariya Bûcaya Îzmîrê bi navê "Sokak Kutuphanesi" (Pirtûkxaneya Li Kuçeyê) vekir û rastî eleqeyê hat.
Pirtûkxane bi diruşma "Bigire, bibe, bixwîne û bîne" li pazara Şîrînyerê hatiye vekirin. Di pirtûkxaneyê de çîrok, roman û hîkaye hene, ji bilî van yên ku bixwazin dikarin pirtûkên xwe diyarî vê pirtûkxaneyê jî bikin.