Amed
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr bi armanca beşdariya konferansa ji hêla Organîzasyona Ji bo Aştiyê Yekîtiya Şaredaran (Mayors For Peace) li Bajarê Silêmaniyê bibe, çû Herêma Kurdistana Federal.
Organîzasyona "Mayors For Peace" ku 2125 endamên wê hene, di sala 1983'yan de li ser banga şaredarên bajarên rastî bombebarana kîmyewî ya Amerîkayê hatîn ên Japonyayê Hîroşîma û Nagazakiyê hate avakirin. Li Tirkiyeyê jî şaredariyên Enqere, Stenbol, Amed, Bursa, Nevşehîr, Çanakkale, Tepebaşi (Eskîşehîr), Altindag (Enqere) û Încîrlîk (Edene) endamên organîzasyonê ne.
Mayors For Peace ku Helepçe jî di nav de li Iraqê 45 endamên wê hene, bi wesîleya Tevkujiya Helebçeyê di 16-18'ê adarê de li Helebçeyê zîrveyek navneteweyî pêk tîne.
Li ser vexwendinê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Beydemîr jî beşdarî konferansê dibe. Baydemîr beşdarî bernameya bi armanca bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dayîn hate li darxistin jî bû.
Ji DÎHA'yê hatiye girtin


