Diyarname
Duh li Cizîrê hêzên ewlehiyê yên dewletê wêneyên tazî ên du jinên kurd ên kuştibûn li çapemeniya civakî belav kiribûn. Li ser vê yekê Baroya Amedê ji bo sûcê serî li Dozgeriya Komarê ya Cizîrê da. Baroyê bi xalên "Bêhurmetiya li hemberî mirî, defdana gel ber bi kîn û neyartiyê ve, biçûkxistin, heqareta li bîranîna kes" xwest Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê der barê peywirdarên dewletê yên di bin şikê de ne lêpirsîn bê vekirin û bêne darizandin.
Du jinên kurd di rojên 10-11'ê vê mehê de hatibûn kuştin, ew hatibûn tazîkirin, bi vî awayî wêneyên wan hatibûn kişandin û ew wêne di tora civakî de hatibûn weşandin.
Baro di daxwaznameyê de dibêje ku ji 14.12.2015'an ve li Cizîrê derketina kuçeyan qedexe ye, îhtîmal nîn e ku kesek sivîl yan jî kesek din li cihê bûyerê be û wan wêneyan bikişîne, loma ew di wê baweriyê de ne ku peywirdarên dewletê ev yek kirine.


