ŞIRNEX
Li navçeya Silopî di 11'ê rezberê de bi kayyûm hikumetê dest danîbû ser Şaredariya Silopî. Îro kayyûmê tabelaya bi kurdî ji holê rakir.
Kayyûmê navçeya Silopiya Şirnexê ku piştî 3 mehan bê tehemuliya xwe ya li hember zimanê kurdî nîşan da. Kayyûmê ferman da û iro danê sibê karkerên şaredariyê û polîsên ku bi şev û roj li derdora şaredariyê nobetê digirin tabeleya ku li ser, "Şaredariya Silopiya" nivîsî rakirin.