ENQERE
Hevseroka Meclisa Suriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed taloqkirina hevdîtinên Cenevreyê wekî "encamê polîtîkayên neçareseriyê" nirxand û diyar kir ku heke hêzên demokratîk ên Suriyeyê û ew di nav van hevdîtinan de cih negirin tu encamek nayê wergirtin û wiha got: "Paşdexistina hevdîtinan jî vê nîşan da. Rusya, DYA û Misturayê ku ji bo hevdîtinan hatiye pêywirdarkirin soz dan ku em ê di dora duyemîn a hevdîtinan de cih bigirin."
Hevdîtinên Cenewreyê ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Suriyeyê pêk hat û gelek muxalîfên Suriyeyê û kurd ji bo hevdîtinan li derve hatin hiştin bê encam ma û hat taloqkirin. Di dora yekemîn ya vê hevdîtina ku taloqî 25'ê vê mehê hatiye kirin de muxalefet û rayedarên rejîma Suriyeyê nehatin ba hev. Rayedarên PYD û MSD'ê jî di nirxandinên xwe yên li ser taloqkirina hevdîtinan de diyar kirin ku ne mimkûn e di hevdîtinek wiha de encamek derkeve.
'Bêencammayîna hevdîtinan me piştrast kir'
Hevseroka MSD'ê Îlhan Ehmed diyar kir ku nexwe ev hevdîtin ji bo çareseriyê pêk nehatin û wiha got: "Hin hesabên van aliyên ji bo hevdîtinê hatibûn gazîkirin hebûn. Ji bo zelalkirina van hesaban ev hevdîtin pêk hatin. Nexwe di hevdîtinên yekemîn de şande nehatin ba hev. Tenê Nûnerê BM'yê birêz Mistura bû navbeynkar."
'Armanca çareseriyê di her du aliyan de jî nîn e'
Ehmed da zanîn ku muxalîfên hatine vexwendin ji bo destpêkirina muzakereyan hin şert bi pêş xistine û wiha berdewam kir: "Van şertan jî pêşî hevdîtinan birî. Nexwe armanca çareseriyê di her du aliyan de jî nîn e û di hevdîtinan de rûnanên. Her du alî jî naxwazin şer raweste û agirbest were îlankirin. Muxalefet nexwe li gorî rejîmê di rewşeke dezavantaj de ye. Mistura bi xwe diyar kir ku dema hevdîtin pêk dihatin bombabarandin nesekineye."
'Neserkeftina xwe îlan kirin'
Ehmed got ku bi vê tarzê çareserkirina pirsgirêkan ne mimkûn e û wiha dom kir: "Ji ber vê em dûr hatin xistin. Dûrxistina kurdan û hêzên demokrat yên Suriyeyê jî diyareya neçareserkirinê bû. Di roja ewilî de ev îlan kirin."
Ehmed anî ziman ku dema pêvajoya hevdîtinan de aliyên din jî bi wan re derbarê pêvajoyê de hevdîtin pêk anîne û ev agahî dan: "Ji bo kurdan û MSD'ê soza beşdariya dora duyemîn a hevdîtinan hat dayîn. Lê em bi van gotinan ve xwe naxapînin. Xebatên xwe didin meşandin. Em çareserkirina vê pirsgirêkê dixwazin. Nexwe yekane pêşniyara çareseriyê jî em in. Dema çareserî bixwazin dê bang li me jî bikin. Baş dizanin ku em kesên çareseriyên mezin pêk tînin in. Ji ber vê jî li gorî wê nêzîkê me dibin."


