Diyarname
Osman Mihemed Hewramî kî ye? Heta niha çi kiriye? Çi li dû xwe hiştiye? Fermo em bi hev re wî binasin û du helbestên wî jî bixwînin...
Osman Mihemed Hewramî ku roja 15'ê vê mehê di 80 saliya xwe de koça dawî kir, gelek xebat û berhem li dû xwe hişt.
Ew di sala 1940'î de li Tewêlleya Helebçeyê hatiye dinê. Xwendina xwe ya seretayî, navendî û amadeyî li Silêmanîyê temam kiriye. Piştre çûye mekteba bilind a mamostetîyê û piştî ku ji mektebê derçûye, 46 salan xizmeta mamostetîyê kiriye.
Di salên 1960'î de bi edebîyatê re eleqedar bûye û berhema xwe ya ewil di 1970'yî de bi navê “Şaho” çap kiriye ku ji hin helbestên zarokan ên pedagojîk pêk tê. Hewramî di tevahîya jiyana xwe de nêzî 23 berhem afirandin. Ji nav van berheman 7 dîwanên helbestan bo zarokan hene. Ji ber ku ew mamoste bû, ev kar û cîhana wî han dida ku ji bo zarokan berheman biafirîne.
Ew bi taybetî piştî salên 1970'yî digel Kakey Felah, Letîf Helmet, Kazim Koyî û gelek rêhevalên xwe yên din, di warê perwerdekirina zarokan û edebîyata zarokan de xwedî ked bû.
Wekî din Osman M. Hewramî, di gel nivîskarîyê bi navê “Xende” bernameyeke zarokan jî ji bo Radyoya Gelî Kurdistan amade û pêşkêş dikir.
Çendek ji berhemên wî ev in:
1. Şaho, Helbestên Zarokan, Silêmanî, 1970.
2. Dîwanî Welî Dêwane, Bexda, 1972.
3. Keşkollî Hacî Mehmûd Yarweys, Silêmanî, 1994.
4. Xunçegull, Helbestên Zarokan, Silêmanî, Çapa Yekem 2000.
5. Minallî Gull, Helbestên Zarokan, Silêmanî, 2001.
6. Mafe Geşekanim, Helbestên Zarokan, Silêmanî, 2003.
7. Cîhane Ciwanekeman, Opera û Şanogerîya Cîhanî ya Zarokan, Hewlêr, 2004.
8. Çawanî Bawan, Helbestên Zarokan, Hewlêr, 2004.
9. Şiney Şadî, Helbestên Zarokan, Silêmanî, 2004.
10. Kurdistan û Tirkman, Wergera ji Erebî, Kerkûk, 2007.
Her wiha ji nav helbestên wî yên ji bo zarokan nimûneyek û du nimûne wiha ne:
Babe
Mirovêkî mezin heye
Xawen tewana û behre ye
Dillî zor firewan e
Pîyawî naw pîyawan e
Beyanî ta êware
Serqallî îş û kar e
Seranserî jîyanî
Terxan e bo xizanî
Em pîyawe danisqe ye
Firîştey bêwêne ye
Nawî mezin û pîroz e
Bawegîyan e, babe ye.
(Ji Dîwana Minall û Gull)
Lalezarî Pol
Xey le geşey polekem
Pole zor xepolekem
Kam lalezar weku em
Dûr e le tirs û sitem!
Kam xendey naw gullallan
Ciwan e wek hey minallan!
Kam gullzar û seyrange
Weku em rengawreng e!
Polekeman hemîşe
Gull û gullzarî geş e.
(3.10.2001, Ji Dîwana Mafe Geşekanim)
Çavkanî:
Heme Salih Ferhadî. (2013) Pêgey Şîirî Mindallan Lay Şairanî Kurd, Berga Yekem, Hewlêr: Akadîmîyayî Kurdî.
Têbiniya Diyarnameyê: Di vê xebatê de hêja Kenanê Nado alîkariya me kir, em sipasiya wî dikin.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Nivîskar û helbestvan Osman Hewramî koça dawî kir