Diyarname
Serokwezîrê Danîmarkayê Anders Fogh Rasmussen bû sekreterê nû yê NATO'yê.
Rêberên NATO'yê duh li hev civiyan û Serokwezîrê Danîmarkayê Anders Fogh Rasmussen ji bo Sekreteriya NATO'yê hilbijartin.
Tirkiye ku ji bo hilbijartina Rasmussen pêşî deng bikar neanîn û dij derketin, piştî hin bazarkirina Tirkiyeyê jî sekreteriya wî erê kir, bi vî awayî Rasmussen hat hilbijartin.
Tirkiyeyê dixwest Rasmussen soza girtina Roj TV bide, ji ber qeyrana karîkatura li ser olê li Danîmarkayê derketibû lêborînê bixwaze, dûre sekreteriya wî erê bike.