Diyarname
Kovara hunerî, çandî û lêkolînî ya kurdên Anatoliyê "Bîrnebûn" bi dehan salan e li Ewropayê tê amadekirin û belavkirin. Kovarê niha hejmara xwe ya 87'an pêşkêş kir.
Kovara ku sê mehan carek dirdikeve bi hejmara xwe ya nû li pêşberî xwendevanên xwe ye.
Tobias Rahim Seçilmiş superstarê Danîmarkayê ye. Di destpêka havînê de wî li Festîvala Roskilde bi strana "Kurdên li Kopenhangê" muzîk û govenda kurdan bi ser hezaran da nasîn. Bîrnebûnê di vê hejmara xwe de danasîneke li ser wî nivîsandiye û her wiha ev strana wî ji danîmarkî wergerandiye kurdî.
Mem Xelîkan ku ev demek e di rêzenivîsên "Kilamên Me" de klaman dide nasîn, di vê hejmarê de klama Elî Axa dayye nasîn û serboriya wê vegotiye. Dr Bangîn Fayo jî di nivîsa xwe de li ser vegotiya "LêLê" ya di folklora kurdan de sekiniye.
Hizir Akbîna, Seyfi Dogan, Haci Akman, Nuh Ateş, Xizan Şîlan, Mehtab Îdelî, Bilal Celebli, Halil Mîrzan Kuçukyildiz, Azad Yosef Erdem, Hecî Delalî bi nivîs, helbest û lêkolînên xwe di vê hejmarê de cih girtine.
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.