Diyarname
Endamên Saziyên Sivîl (SV) ên Amedê ku di nav de ÎHD, DTSO, Baroya Amedê jî hebûn xwestin îro herin Sirûcê û li ser bûyera çêbûye lêkolînê bikin. Pêşî nîvê şevê ji Walîtî û Emiyeta Rihayê telefon ji bo wan telefon hat kirin û bi îdîaya "Em nikarin ewlehiya we saz bikin" xwestin ew neçin Sirûcê. Ligel vê yekê jî endamên Saziyên Sivîl îro ketin rê û ber bi Sirûcê ve çûn. Lê li cihê derketina Amedê polîsan bi erebeyên zirxî û TOMA'yan pêşî li wan girt û nehiştin ew herin.
Endamên SV'ê li ber Otogara Amedê daxuyanî dan, antengkirina şermezar kirin. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen li ser navê hemû endamên SV'ê axivî û got: "Saziyên Sivîl ji bo çêbûna hilbijartineke demokratîk, adil û wekhev, ji bo ewlehiya hilbijartinê ewê li cem sindoqan bin. Ji bo em keda xwe bixin nav demokrasiyê emê peywira xwe bînin cih. Ji serdema OHAL'ê (Rewşa Awarte) neha niha mixabin em di nav rewşeke giran, rewşa mirovan parçe dike de ne. Em dibînin ku ev xirecira siyasî veguheriye xirecireke civakî. Gelek caran me bang da siyasetmedaran, rayedaran ku vê cudakirina civakî û siyasî ji holê rakin."
Ozmen got ku bi awayekî antîdemokratîk pêşî li çûyîna wan a Rihayê tê girtin û wisa dom kir: "Ji bo carek din bûyerên wisa çênebin em ligel saziyên sivîl diçin Rihayê lê bi şev li me geriyane ku gotine ewê destûrê nedin. Ji me re dibêjin hûn herin emê êrîşê we bikin. Pêşî li azadiya me ya gerê digirin, ev yek ne hiqûqî ye. Ji bo ewlehiya hilbijartinê em ketin nav gelek hewldanan. Ev pêşîlêgirtina me li cem hilbijêran tirsê derdixe holê, şikê derdixe holê ku hilbijartineke adil dê çênebe. Em dibêjin ku ji aliyê hiqûq û demokrasiyê ve ev yek nayê qebûlkirin. Di dewleteke demokratîk û hiqûqî de ev kirin nayê qebûlkirin."
'Bû sedema şikan'
Serokê DTSO'yê Mehmet Kaya jî wisa got: "Ji ber ku tiştên li Sirûcê qewimîn li temamê herêmê dê bibin sedema manîpulasyona siyasî, serdaneke wisa û lêkolîna li ser vê me girîng dît. Em şahid in ku serdanên wisa dikarin pêşî li provakasyonên din bigirin. Lê pêşî li vê yekê girtin. Ev pêşîlêgirtina me bi me re şik û guman derxistin holê."
Çi qewimî bû?
Mebûsê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz û hinên ligel wî diçin sûkê ji alîgirên HDP'ê dengan diwazin, ew jî dibêjin "Em deng nadin we, ji vir herin." Û li ser vê xirecir derdiekve. Piştî vê xirecirê bi rojek alîgerên mebûsê AKP'yî bi çekan tên wê dikanê gulebaran dikin. Di gulebaranê de birîdar çêdibin, di vê navberê de dikandar jî bersivê didin. Di dawiya bûyerê de ji alîgerên HDP'ê Adil Şenyaşar, Haci Esvet Şenyaşar û Celal Şenyaşar dimirin. Birê mebûsê AKP'yî Mehmet Alî Yildiz jî dimire. Tê îdîakirin ku Haci Esvet Şenşayar li nexweşxaneyê bi lînckirinê, Adil Şenyaşar li nexweşxaneyê tûpa oksîjenê li serê wî dane û kuştine.


