Memed Diyar Serhedî
Li Serhedê dema mirovek bextewariya xwe dide der an jî dilsoziya xwe ji bo mirovekî din tîne ziman wiha dibêje: Min dilê te xwaro!
Bi rastî piştî serkeftina hilbijartinê wekî gelek kurdên dilsoz min jî kêfxweşiya xwe bi vê gotinê der bir. Êdî warên Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Evdalê Zeynikê, Memê Alan bêkes û xalî nîn in. Kulîlkên li ser gorên wan ku ji xemgîniyê çilmisîbûn, careke din bişkivîn, ew gul û gihayên ku rengê xwe ji keskesorê digirin careke din hêşîn bûn.
99 belediye;
Bajarên mîna Amed û Wanê ku navendên şaristanî û bedewiyê ne, her du bajarên ku li ber dilê kurdên ji her hêla welêt, ezîz in.. bi vê hilbijartinê re serê xwe bilintir kirin. Bajarê Dêrsimê ku bûbû laboratûwara lîstina li ser kurdan, li hemberî tevaya dekên navxweyî û derve jî dîsa li ser rûmeta xwe sekinî. Ji pênceyî zêdetir navçe; Milazgir, Cizîra Botan, Tetwan, Gihadîn, Kanîreş, Farqîn, Gever, Bazîd... Ew bajarên ku her yek warê evînên miqades û berxwedanê ne, kaniyên edebiyata kurdî ne, ew bajarên ku warê mêrxasiyê ne...
Siyabendê Silivî xwedî tîr û kevanên zêr û zîvî.. li bintara Sîpanê Xelatê hilgirtiye tîr û kevanê dîsa derketiye nêçîra pezkûviyan. Kêfa wî di dil hil nayê.
Ew war û bajarên dilkul, bêkes û xalîmayî, dîsa bi lez bez amadehiyên rojên bextewar dikin. Evdalê Zeynikê û Şêx Silê dîsa dane ber hev; keser û dilşadiya xwe vedibêjin.
Ez im Evdalê Zeynikê..
Bavê Temo, siyarê kihêla Gogerçînê
Xwediyê qulingê baskşikestî
Giregirê dengbêjên
Bilbilê meclisên mîrê kurdan
Sala par vî çaxî çawa bûm
Lê sala îsalîn kor û kokimê ber desta me.
Evdal êdî ne bi tenê li quntara Sîpanê, wê li her derê welêt li gogerçînê siwar be, bi kihêlên bijarte re têkeve bezê. Ev bez naşibe tiştekî din; Bayê bezê ye.
Wekî min got bihar hate welêt, roj piştî şevereşeke giran dîsa hil hat, dilên dilsoz geş dilên dilreşan reş e. Ma hindik e; 99 belediye, tevî hilbijêr û nehilbijêran, rêvebirina mîlyonan. Barê kurdan giran e, lê barekî gelekî xweş e. Ew navên me yê windayî, ew qîmetên me yê qedexe; piştî janên zayîneke giran, piştî êş û keserên bêdawî wê bi rûmeta xwe şa bibin. Êdî ew navên kurdan ku di çîrok û destanan de mayî; hêjahiyên ku mîna xewnên şevan xuricî, wê jiyana kurdan a modern bixemilînin. Ew navên ku di "zimanê çiyan" de asê mayî, wê konên xwe li ser bajaran vegirin. Kolana Evdalê Zeynikê, qada Newrozê, taxa Derwêşê Evdî, navenda çandê ya Mem û Zîn..Ev navên pîroz wê li war û şûngehan biedilin, nifşên teze wê li ser maneya wan biponijin.
Feqiyê Teyran ku dilşadî û kulên gelê xwe bi zimanekî sivik û nazenîn aniye ziman, yê dîsa şûrê gotinan hilgire, derkeve nêçîra bedewiyan, yê dîsa bi çûk û ruhberên din re têkeve qiseyan. Wê êdî wiha nebêje:
Hêstirim barîn ji xûnê
Sotim ez derdê evînê
Kes ji min naket yeqînê
Ay dilê min ay dilo..
Welatek ji nû ve ava dibe. Welatê xerabe, welatê ku her însanekî wî li guhê bajarekî bûye berate, kon û warê wî reş..Welatê ku tofan lê rabûye, bager lê qelibiye ji nû ve saz dibe. Îcar keştiya Nuh bi awayekî din xwe gihandiye perava Gola Wanê; ji her çûk û ruhberî nimûneyên nû lê siwar dibin, ji bo peydabûna jiyaneke azad û Nuh. Bajarên kurdewar careke din saz dibin, "zimanê çiya" kirasê xwe diguherîne, wê careke din bibe zimanê bajar(şaristaniyê)an. Bi qewlê kurdan; 'bira nebe goristan bira bibe şaristan'. Lewma ku nezanî û xizanî ji goristanê xerabtir in.
Wekî min got bar giran e, lê barekî wiha li ser çavan û ser seran e. Çavê dinyayê li ser kurdan e. Avakirin û geşkirina welatekî hêsan nîn e. Barê giran li ser pêşeng û serokên şaredariyan e; divê her pêşengek bi xebatên xwe, bi rûmet û dirustbûna xwe bibe emsal, timê di nav gel de be, bi gel re kar û bar bigerîne. Ev, mîsyon û barekî sivik û ji rêzê nîn e. Bi tenê karê gerandina belediyan nîn e, rêvebirina welatekî ye jî, divê neyê jibîrkirin. Firehiya belediyeyên ku DTP'ê qezenc kirine, bi qasî gera welatekî mezin e. Ji gelek welatên Ewropayê mezintir e, bi qasî welatekî mîna Sûriyeyê ye.
Her wiha tevaya cîhanê dizane ku rêveberiyeke dualî hatiye pê, bi gotinan nebêje jî dewleta tirk jî vê rastiyê qebûl dike an jî wê bike. Yanê xweseriyeke jixweber (spontane) xwe daye der. Lewma jî Cemil Çiçek wiha dibêje: "DTP'ê li hemî herêmê serdestiya xwe saz kir, bi girtina belediyeya Îdirê re xwe gihandine ser sînorê Êrmenistanê". Dibînin ku 'vizîniya meşkê şil e', lewma dest bi rikêf û dijminatiyê dikin.
Projeya xweseriyê wê li ser bingeha van belediyan bê lêkirin, lazim e ku bi serwextî û baldariyeke kûr ev yek bê şopandin.
Evîna welatekî û gelekî hêsan nîn e, bi sedan Beko û bêbextan bi sedan salan nehişt ku ev welat û gel bi hev şa bin, lê îro em pir nêzîkî wan rojên şa û bextewar bûne, ji xêncî çend heban, ew bajar û navçeyên ji bo kurdan dîrokî û muqades in tevî nav refan bûne.
Memê Alan wê dîsa li Bozê Rewan siwar bibe, ji Cizîra Bota hetanî Sîpanê Xelatê çil şevî û çil rojî (hetanî ku simê Bor biqusin, hetanî solên hesinî bihelin) bi çargavî bi bê(ba) re têkeve bezê. Bozê Rewan yê dîsa bi zar û ziman be, bigirî û bilorîne. Ew û Mem wê dîsa bavêjin ber hev, hetanî ku xwe bigihînin diyarê Siyabendê Silivî.
Siyabend ji kerba evîna Xecê dîsa bi çol û çiyan ketiye, bi tîr û kevanên zîvîn dîsa li pey nêçîra pezkûviyan e.
Dema çav bi Memê ket; wey destebirayê min tu ji Botan hetanî vir ser çavan û ser seran hatî. Memê mizgînî da Siyabend. Siyabend got belê birayê min ê delal ez pê hesiyam, em bi mirazê xwe şa nebûn, lê bila welat û gelê me li mirazê xwe şa bin.
Divê tevna welêt ji nû ve bê li darxistin, hemî nexş û motîfên kurdewar ku, bi sedan sal in winda ne, careke din li ser wê tevnê bêne ristin. Divê li hemî kolan, sûk û avayên belediyan bêhna çandeke gelêrî bê belavkirin. Li her derê serdestiya zimanê kurdî pêk bê, da ku cihên hîn neketine nav refên gel, ber xwe bikevin û çavreşiyê bikin. Divê her kes xweziya xwe bi van bajarên kurdewar bîne.
Bexteweriya welat û miletekî hêsan nîn e, serwextî divê, ked divê. Lazim e ku her serokê belediyeyan jiyaneke mîna ya Mahatma Gandî bide ber xwe, di nav gel de, bi gel re bijîn. Bi xebatên xwe rabûn û rûniştina xwe mîna serokdewletan tev bigerin. Bi hesiyeta Xanî Babayê Bazîdî(E. Xanî) bijîn;
Bifikir ji Ereb heta ve Gurcan
Kurmanc çi bûye sibhê bircan
Ev Rûm û Ecem bi van hesar in
Kurmanc hemî li çar kenar in
Herdu terefan qebîlên Kurmanc
Bo tîrê qeza kirine armanc
***
Nivîsên Memed Diyar Serhedî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Kurdan got, 'One minute'
- Newroza me û Nevruza wan, psîkolojî û peyv


