Diyarname
Bi navê "Ziman û Netewesazî, Lêhûrbûnek li ser Kovara Hawarê" pirtûkek lêkolînî ji Weşanên Peywend derket. Pirtûka ku Ronahî Onen nivîsandiye, Şehmuz Kurt ji îngilîzî wergerandiye kurdî.
Ronahî Onen yek ji kedkarên zimanê kurdî ye û li Zanîngeha Marmarayê Beşa Perwerdehiyê xwendiye. Paşê lîsansa xwe ya bilind li Zanîngeha Bîlgiyê di Beşa Lêkolînên Çandî de kiriye. Ev pirtûka niha li ber dest e jî wekî xebata vê lîsansê hatibû amadekirin.
Onen dema dest bi lîsansê dike biryarê dide ku li ser Hawarê teza xwe saz bike lê paşê dest jê ber dide. Lê şêwirmendê wê nahêle dest jê ber bide û ew xebata xwe didomîne. Onen li ser vê xebata xwe wisa dibêje: "Dema min jî wekî aktîvîsteke ziman di nava tevgera ziman a kurdî de cih girt, min hewl da ku bi awayekî zanistî ji van pratîkên ku ez jî di nav de me fehm bikim. Li ser vê yekê, bin dest bi xwendina nivîsên li ser siyaseta zimanî kir û li vê qadê hûr bûm. Hemû rêyên ez ber bi Hawarê ve dibirim, lewre gelek nîqaşên der barê zimanê kurdî de referansa xwe ji Celadet Bedirxan digirtin û rêya herî baş a têgihîştina ji wî, xwendina Hawarê bû." Bi vî awayî li ser Hawarê dest bi lêkolînê dike lê digihîje vê encamê: "Di pêvajoya xwendina Hawarê de min dît ku ziman wekî qadeke berxwedanê ya dij-kolonyal hatiye sazkirin û di heman demê de wekî çekeke bihêz a avakarê nasnameya neteweyî hatiye texeyûlkirin." Ev yek dike ku ew zêdetir li ser meseleyê kûr bibe û di dawiyê de ev pirtûka li ber dest temam dibe.
Onen ku ji 2005'an ve wekî mamosteyeke zimanê kurdî dersan jî dide, ligel zimanzan Samî Tan pirtûka perwerdehiya kurdî "Hînker" jî amade kiribû lê teza xwe bi îngilîzî nivîsiye. Tez ji aliyê Şehmuz Kurt ve ji îngilîzî ji bo kurdî hatiye wergerandin û ji Weşanên Peywendê derketiye.
Di pirtûkê de ji rojnameyên Kurdistan û Kurd Tevan ve Terakkî Gazetesî, kovarên Roj-î Kurd û Jînê heta kovara Hawarê weşanên wê serdemê ji bo pirtûkê bûne bingeh. Lê mijara bingehîn bûye Hawar û rewşenbîriya kurd; li dor Hawarê û serdema wê lêkolîn kiriye û bi rêya kovarê û ziman ve xwe gihandiye neteweperweriya kurd.
- Ziman û Netewesazî / Ronahî Onen / Wergera ji îngilîzî: Şehmuz Onen / Lêkolîn / 214 rûpel / Weşanê Peywend / 2018