Memed Diyar Serhedî
Hilbijartina herêmî bi dawî bû. Encamên li bajarên kurdan her çiqas li gorî dilê me nîn be jî, ez dikarim bêjim ku serkeftineke qenc bi dest ket. Li heşt bajarên kurdan şaredariyên bajaran hatin qezenckirin. Her wiha ji Serhedê heta Rihayê bi dehan navçe tevlî nav refên tevgera kurdewar bûn. Bi rastî min dil hebû ku li ser encam û bandora şaredariyan ya navxweyî (çand û nasnameya kurdan) dahûrandinekê bikim, lê ji ber girîngiya vê heyamê dixwazim bi kurtayî li ser encamên wê yên herêmî û navnetewî hûr bibim.
Amerîka û Îsraîla ku şîrezaya wan çeliqiye, dîsa dixwazin dekên nû li dora kurdan bigerînin, ev her du dewletên sentetîk bêyî rikêf û êrîşan nikarin bistirin. Dîsa di hedefa wan de kurd hene.
Berê jî roja îroyîn jî armanca van hêzan tengavkirin û marjînalîzekirina tevgera kurdan e, ji bo pêkanîna vê armancê her bêbextî û metodê ji xwe re rewa dibînin.
Lewma ji bo hemiyan ev hilbijartina bihurî wekî referandûmekê bû, eger tevgera kurd a legal di vê hilbijartinê de bi ser neketa û pê re çend şaredarî jî bida AKP'ê wê çaxê ji bo danîna bingeha vê armanca bêbext fersendeke baş peyda dibû. Lê ew vê carê hay ji bayê felekê nîn bûn, gelê kurd bi serwextiyeke mezin bersiva wan da. Dayîna çend bajaran ha bigre, bajarên mîna, Wan, Îdir, Sêrtê û bi dehan navçe li belediyeyên xwe zêde kir, hema bêje nexşeya Kurdistanê xwe da der. Li Rojavayê Tirkiyeyê jî di ser mîlyonekê re ray girt (ez texmîn dikim bi tenê Stenbolê 350-400 hezar..) Çi qenc çi xerab, ji her hêz û kesî re peyameke xurt şand.
Ez dixwazim ji çapemeniya tirk çend şîroveyên balkêş rêz bikim.
Mehmet Barlas di dawiyê de bi ser vê rastiyê ve bûye û wiha dibêje: "Êdî bila bê zanîn ku partiya çaremîn a mezin DTP ye.. Bêyî 'realîteya kurdan' êdî nemumkûne ku hesabên bo pêşeroja demokrasiya Tirkiyeyê biçin serî".
Hasan Bülent Kahraman jî di vî warî de dibêje ku, di vê hilbijartinê de hêza herî dînamîk û berbiçav DTP ye. "Bêyî DTP'ê ne mumkûn e li ser meseleya kurdan û tevgera kurdan polîtîka bêne saz kirin. Her wiha ev encam li hemberî konferansa kurd reaksiyoneke bilind e."
Dîsa ji rojnameya Sabahê Erdal Şafak bi heman mijarê re têkildar dibêje, "ev encam nîşan dide ku bêyî DTP'ê çareserî mumkûn nîn e, di konferansa ku wê meha gulanê bê sazkirin de bandora DTP'ê zêde bûye û her wiha ya PKK'ê.."
Di vê mijarê de şiroveya herî balkêş ji Rojnameya Vatanê Okay Gonensin kiriye: Di sernivîsa xwe ya bi navê "Hêzeke Serkeftî Hebe DTP' ye" de wiha pê de diçe: 'Serkeftiyê 29'ê Adarê DTP ye, DTP'ê nîşan da ku nûnerê gelê kurd e'.
Ya rast piraniya şîrove û nivîsên di çapemeniya tirk de ku li ser vê mijarê hatine çapkirin xwedî heman naverokê ne: 'Polîtîkayên qaşo xizmetê yên AKP'ê bêkêr in, ji bo gelê kurd meseleya sereke nasname ye.' Hemî kes û hêzên baqil û serwext vê rastiyê qebûl dikin. Ez bawer dikim ev peyam çû gihişte hemû hêzên eleqedar û komploger jî. Gelê kurd bi vê hilbijartinê merama xwe da der û bi zelalî peyama xwe ragihand hemû der û doran:
1- Bêguman ji bo min aborî û xizmet jî lazim e, lê daxwaza min a sereke rûmet û nasnameya min e.
2- Bi dek û dolabên ku têne gerandin hesiya û got ez li tora we ya bêbext asê nabim.
3- Ez zarokê xwe radestî we nakim, hay ji vê yekê hebin.
4- Hûn bêyî min û nûnerên min nikarin civîn û konferansan li dar bixin.
5- Eger xebateke we ya çê hebe, ezê beşdar bibim, lê hêmanê herî sereke tevgera azadiyê ye.
Ez bawer im bi vê serkeftina kurdan re Amerîka jî di nav de tevaya hêzên ku dafik danîne û li benda nêçîrê ne, wê bi kere ker (bêdengî) vê feraseta qirêj biterikînin, polîtîkayên xwe raçav bikin. Her wiha tiştekî bi rastî mirov bextewar dike jî ev e: Bi qezenckirina bajarên mîna Wan, Sêrt û Îdirê re kuleke giran kete zikê Tevgera Fetûlah û nîjadperestan. (bi taybetî li Îdir û Qaqizmana Qersê bi salan e MHP li ser kar bû) Dîsa bi qezenckirina gelek navçeyan hin malbat û eşîrên ku şopajoyên vê feraseta paşverû ne derbeke giran xwarin.
***
Nivîsên Memed Diyar Serhedî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Newroza me û Nevruza wan, psîkolojî û peyv


