Diyarname
Dewleta Tirkiyeyê yek bi yek şaredarên kurdan digire û diavêje girtîgehê. Îro jî Hevşaredarê Pîranê Abdulsamet Bilgin û Hevşaredara Qelqelî Handan Bagci hatin tewqîfkirin.
Ji Pîranê anîn Amedê û girtin
Hevşaredarê Pîrana Amedê Abdulsamed Bilgin û xebatkarê Karê Fenê yê şaredarî Îlhamî Guzel tu hatibûn binçavkirin îro anîn Amedê. 2'yemîn Dadgeha Cezaya Sulhê ya Amedê piştî îfadeyên Bilgin û Guzel girtin bi îdîaya "parçekirina yekbûyî û yekîtiya welat" ew tewqîf kirin.
Hevşaredar û Endamên Meclisê hatin girtin
Li Wanê jî Hevşaredara Qelqelî Handan Bagci, Cîgerê Hevşaredaran Okan Bayram û endamê Meclisa Şaredariyê Kasim Hazir îro hatin tewqîfkirin.
Di 1'ê vê mehê de li gundê Tepedam pevçûn derketibû, di pevçûnê de 2 PKK'yiyan jiyana xwe ji dest dabûn û sivîlek bir^nidar bûbû. Hevşaredar Bagci jî di nav de 9 kesên ku xwestibûn herin cihê bûyerê hatibûn binçavkirin. Ji wan 5 kes bi îdîaya "Li ser navê rêxistinê sûç kirin", "Serîhildana li hemberî memûran" û "Zirardayîna mal" hatibûn girtin, Bagci, Bayram û hazir hatibûn bedan. Lê vê sibê li ser îtîraza dozger ev her sê kes careke din hatin binçavkirin û hatin girtin.


