Stenbol
Hunermend Hozan Comerd li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.
Hunermend Comerd ku ji bo beşdariya çalakiyeke bibe hat Tirkiyeyê li balafirgehê bi îdîaya der barê wî de lêpirsînek heye hat binçavkirin. Polîsan ji bo raçavkirina tenduristiyê ew bikin Nexweşxaneya Bakirkoy û paşê vegerandin Balafirgehê. Comerd îşev dê li nerazetxaneya balafirgehê bimîne û sibê dê li Edliyeya Bakirkoy derxin pêşberî dozger.
Parêzer Rêzan Sarica der barê Comerd de agahî da DÎHA'yê û got ku ewq nizanin ji ber kîjan lêpirsînê ew hatine binçavkirin.
Hunermend Comerd di meha gulana îsal de jî ji bo beşdariya çalakiya DODEF'ê (Federasyona Komeleya Xwendekarên Demokratîk) ku ji bo piştgiriya Rojava li dar xistibû bibe hatibû Tirkiyeyê û wê çaxê jî hatibû binçavkirin. Wê çaxê bi gotine ew ne hemwelatiyê Tirkiyeyê ye û der barê wî de lêpirsîn heye bi paş ve vegerandibûn.